02:45 19 Çile 2018
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    AP: Cî ji Erdogan û Qral Abdullah re nema

    © Foto: AA/ Berk Özkan
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hatibû diyarkirin ke wê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Qralê Urdunê Abdullah wê beşdarê rêûresma cenazeyê boksorê navdar Muhammed Alî bibin. Lê berdevkê Muhammed Alî aşkerekir ku ji bo serokên biyanî cî nemaye.

    Navenda Nûçeyan — Kitekitên rêûresma cenazeyê boksorê navdar Mûhammed Alî diyar dibin ku hefteya çû jiyana xwe ji dest dabû û wê cenazeyê wî roja înê li bajarê ku jidayikbûye Lousville bê spartin.

    Berdevkê malbata Alî, Bob Gunnell agahî da ajansa nûçeyan a Amerîkî Associated Pressê (AP) û got ku du navên din li lîsteya heyî hatine zêdekirin û cî ji bo axavtina serokên biyanî nemaye. Herweha Gunnel aşkere kir ku her dû serokan jî ev rewş bi ‘xweşbînî û ziravî' pêşwazî kirin.

    Di vê navberê de berdevkê malbatê diyarkir ku wê lîsteya axavtvanan piştra bê aşkerekirin.

    Ajansê, nûçe bi şîroveya ‘Qralek û serokomarek ji bo axavtinê her wext nayê beramberî hev' belav kir.

    Beriya niha hatibû ragihandin ku wê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Qralê Urdunê Abdullah di rêûresmê de biaxivin.

    Bi heman mijarî:

    Roja înê wê Muhammed Alî bispêrin axê
    Ji Cameron û Xan peyama Muhammed Alî
    Werzîş xembar e: Muhammed Alî tiştekî nayê jibîrkirin afirand
    Kurtulmuş: Roj hebûn em ji Muhammed Ali ranedizan
    Muhammed Ali wefat kir
    Etîketan:
    Rêûresma cenaze, Bob Gunnell, Qral Abdullah, Recep Tayyip Erdogan, Muhammed Ali, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de