21:07 26 Îlon 2017
Zindî
    Alaya NATOyê li Polonyayê

    Polonyayê ji bo zîrweya NATOyê ‘seferberiya civakî'

    © EPA/ US Army Europe Images
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 5 0 0

    Hikumeta Polonyayê di meha tîrmehê mahzuvaniya civîna zîrweya NATOyê dike û ji bo wê ‘seferberiya civakî' îlan kir.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya rojnameya Frankfurter Allgemeineya almanî, li Polonyayê ji bo zîrweyê çend çalekî têne bi kar anîn. Her wiha li dibistanê dersên NATOyê têne dayîn û armanca van dersan ne ku zarok derheqê tifaqê de agahiyan werbigirin, di heman demê de zarok li hemberî avakirina baregeha NATOyê ku li herêmê dê were ava kirin bi senaryokekê vê avakirinê qebûl bikin û bi pêş bixin e.

    Li gorî rojnameyê, şagirtin dibistanê li hemberî komunîzmê lîstikên pêşber pêk tînin û ji bo bîranîna asiyên polonî maratonên gelî li dar dixin û tevlî dibin. Di çarçoveya vê çalakiyê de temsîlên dîrokî jî têne kirin. Polonyayên ku bi leşkerên Sovyetê re şer dikin, dikuştina leşkerên Sovyetî ve bi ser dikevin.

    Ji aliyê din ve rojnameyê ragihand ku zarokên dibistanê piknîkên leşkerî li dar xistin. Malbatên ku tevlî peknîka leşkerî bûn di nava cûrên leşkerî de şer kirin û di nava dijminan de ji xeyrî leşkerên rûsî leşkerên Almanyaya Naziyê jî cih digirtin.

    Mahzuvaniya Polonya ya Zîrweya NATOyê di 8 û 9ê Tîrmehê de wê li Varşovayê pêk were.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Polonya: Em ê penaberan qebûl nekin
    Polonya bimebeste pîrozbahiya 9 Gulanê rake
    Polonya ji bo xwendekaran perwerdeya NATOyê da destpêkirin
    Li Polonyayê mûzeya abîdeyên Sovyetê vedibe
    Li Polonyayê lêkolînêke zanistî li ser serxwebûna Kurdistanê pêk tê
    Etîketan:
    Leşkerên Yekitiya Sovyetê, Zîrweya NATOyê ya Polonyayê, rojnameya Frankfurter Allgemeineya almanî, Polonya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de