21:50 25 Îlon 2017
Zindî
    Faiz es Sirac

    Libya: ‘Rewşa me ji ya Tirkiyeyê cûda ye'

    © REUTERS/ Ismail Zitouny
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1510

    Serokwezîrê Libyayê Faiz Es Sirac ragihand ku me îmzekirina peymaneke wekî ya Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê red kir, ji bo ku rewşa me ji ya Tirkiyeyê cûda ye.

    Navenda Nûçeyan — Serokwezîrê Libyayê Faiz Es Sirac derbarê krîza penaberan de di hevpeyvîna xwe ya Die Welta almanî de tiştên balkeş gotin û ragihand ku rewşa welatê me ji ya Tirkiyeyê cûda ye, penaberên ku bi li ser Libyayê derbasî Ewropayê em nikarin wan berepaş bistînin.

    Faiz Es Sirac di berdewamiya axaftina xwe de got: 'Divê Ewropa çareyekê ji wan penaberên ku çûne dewletên ewropayê ji bo vegera welatê wan çareyekê bibine. Ew nikarin bi me re bijîn.'

    Çi bibû?

    Li gorî çarçoveya peymana 18ê Adarê ya navbera Enqere û Brûkselê, penaberên ku bi rêyên qaçaxî derbasî giravên Samos, Kos, Leros, Midilli û Sakiza Yûnanîstanê dibûn û daxwaza penaberiya wan hatiye red kirin îadeyî Tirkiyeyê dikin. Ji xeyrî vê li gorî Peymana Paşve Qebûlkirinê ya sala 2014an a navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê ji 1ê Hezîranê pêve dikeve meriyetê.

    Lê ev peyman ji bo astengkirina herka penaberan a dewletên ewropayê kem ma. Lewra penaberên ku rêya Deryaya Egeyê li ber wan hate girtin vê carê berê xwe dane Deryaya Spî.

    Bi heman mijarî:

    Libya li dîjî terorê bangî alîkariya Rûsyayê kir
    Li peravên Libyayê zêdetirî 100 cesedên penaberan hatin dîtin
    Komoyedov:'Rûsya piştgiriya NATO ya operasyona Libyayê nake'
    Li Libyayê êrişa xwekujî:30 leşker hatin kuştin û 50 jî birîndar bûn
    Li Libyayê êrişî akademiya polêsan kirin: 50 kuştî û 100 birîndar
    Etîketan:
    Peymana navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropay3e, Serokwezîrê Libyayê, Faiz Es Sirac, Libya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de