21:47 25 Îlon 2017
Zindî
    Li Kazakistanê êrîşa çekdarî

    Li Kazakîstanê li hember yekîneya leşkeri êrîşeke çekdarî pêk hat

    © twitter/The Astana Times
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 5 0 0

    Li bajarê Aktobê yê Kazakistanê komeke militan êrîş birin ser yekîneyeke leşkeri û firoştgeheke çekan. Polîsên Kazak operasyon lidar xistin û di encamê de 5 êrîşkar mirin.

    Navenda Nûçeyan — Li gor daxuyaniya ji Wezareta Karê Hundir ê Kazakistanê, 2 milîtan jî hatine binçavkirin.

    Herweha operasyon hatiye destpêkirin ku ji bo ew kesên ji cihê bûyêrê reviyane.

    Midurê Beşa Enformasyon û Ziman ê Wezareta Karê Hundir Elmas Saudabayev diyarkir ku duh di saet 14.45ê de hin kesên nasnameya wan nediyar êrîş birine ser firoştgehek çekan û piştî bi saetekê jî êrîşî yekîneyek leşkerî kirine.

    'LEŞKEREK Û EFSEREK MIR'

    Rayedar got ku di encama êrîşa firoştgehê de xwediyê firoştgehê miriye û kesek jî birîndar bûye. Herweha di êrîşa li ser yekîneya leşkerî de jî leşkerek û efserekî jiyana xwe ji dest daye.

    Saudabayev ragihand ku di bûyerê de 9 leşker birîndar bûne û kesên ku êrîş kirine dibe endamên "komeke olî ya radîkal a ne kevneperest" bin.

    Bi heman mijarî:

    Li Nîjerê Boko Haramê êrîş kir: 32 mirî, 70 birîndar
    DAIŞê bi 15 otomobîlên bombeyî êrîş kir!
    Bi êrîşa terorîstên DAIŞê leşkerên Îtalyayê hatine kuştin
    Li Fransayê li dijî otobusa sivîlan êrişa çekdarî: 6 birîndar
    Li Amerîkayê êrişa çekdarî: 7 Mirî 3 barîndar!
    Etîketan:
    êrişa çekdarî, Wezareta Karê Hundir a Kazakistanê, Elmas Saudabayev, Kazakistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de