13:50 26 Îlon 2017
Zindî
    Alîgirên serxwebûnê yên herêma Baskê

    Baskan di rapirsîna giştî de serxwebûn xwest

    © AFP 2017/ GERARD CERLES
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Duh li herêma xwesr ya Baskê ya ku beşek ji Îspanyayê ye, berî referandûma serxwebûnê ya plankirî, rapirsîna giştî pêk hat û di encamê 95% ji beşdaran got “erê ji serxwebûnê re”.

    Navenda Nûçeyan — Berî referanduma muhtemel a serxwebûnê, 34 şaredariyan li ser banga platforma Gure Esku Dagoyê(Serkeftinê di destê de ye) rapirsîneke giştî pêk anî. Li gorî daxuyaniya Gure Esku Dagoyê, armanca rapirsînê, teşwîqkirina çanda demokrasiye din av gelî de ye.

    Daxuyaniyê diyar kir ku piştî referandûmê Skoçya û Katalonyayê, dora herêma Baskê hatiye û di demeke nêz de, referandûm dê pêk were. Herwiha hat diyarkirin ku li herêma ku nifûsa wê 2 milyon e, 37 hezar mirov beşdarî rapirsîna giştî bûne.

    Hikûmeta Îspanyayê rapirsîna xelkê nanase
    Di rapirsîna giştî de, pirsa "hûn dixwazin bibin welatiyê dewleta Baskê?" hatibû kirin. Hikûmeta Îspanyayê dibêje ku ti nirxa vê rapirsînê tine.

    Partiya Nerteweperwer ya Baskê (VNP) ya li desthilatê, anketeke weşand û tê de ragihand ku rêjeya serxwebûnxwazan ji sala 1998an heta îro, daketiye asta herî nizim.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Seroka Xirvatistanê referandûm nirxand: ‘Birêz Barzanî te bi wêrekî karekî mezin kir’
    YNK: Ji bo referandûmê pêdivî bi çalakkirina parlementoyê heye
    PDK: Em ê referandûmê bi Bexdayê re gotûbêj bikin
    Herêma Kurdistanê ji bo piştgiriya referandûmê "Karnaval" li dar xist
    Elî Ewnî: Ji bo serxwebûnê pêdivî bi referandûmê tine
    YNK: Hemû kurd dê piştgiriya referandûmê bikin
    Etîketan:
    rapirsîna giştî, referandûm, serxwebûn, Partiya Nerteweperwer ya Baskê, Partiya Nerteweperwer ya Baskê (VNP), platforma Gure Esku Dagoyê, Skoçya, Katalnoya, Bask, Îspanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de