14:48 19 Îlon 2017
Zindî
    David Gilkey

    Rojnamevanê amerîkî û wergêrê wî li Afxanistanê hatin kuştin

    © REUTERS/ Michael M. Phillips
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Rojnamevanê amerîkî David Gilkey û wergêrê wî, li başûrê Afxanistanê li bajarê Helmendê hat kuştin.

    Navenda Nûçeyan — Peyamnêrê radyoya giştî NPRê David Gilkey û wergêrê afxanî Zabihullah Tamanna li Afxanistanê dema ku bi Artêşa Afxanistanê re di wesayitekê de bûn, rastî êrişan hatin û David Gilkey û wêrgêrê wî Zabihullah Tamanna jiyana xwe ji dest da.

    Hat ragihandin ku 2 rojnemevanên dî yên NPRyê bê ti birin ji êrîşê xelas bûne lê di êrişê de leşkerekî afxanî jî jiyana xwe ji dest da.

    NPRê da xuyakirin ku David Gilkey ji 11 Îlonê û vir de, li Afxanistanê rojnamevanî dikir û ji destpêka şerê Afxanistanê û heta niha yekemin rojnamevanê amerîkî ye k udi şerî de tê kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Stratejiya nû ya Amerîka û Hikumeta Afxan: Dê alîkariya madî bidin Talîban!
    Etîketan:
    rojnemevanan, kuştin, Radyoya Gel a Neteweyî (NPR), Êriş, Zabihullah Tamanna, David Gilkey, amerîkî, Afxanistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de