01:08 19 Kanûn 2017
Zindî
    penaber

    ‘Tirkiye penaberên nexweş û neperwerdekirî dişîne Ewrûpayê'

    © REUTERS/ Jon Nazca
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hikûmetên Hollanda û Belçîkayê îdia kir ku Tirkiye hejmarek zêde ya penaberên nexweş û neperwerdekirî dişîne Ewrûpayê.

    Navenda nûçeyan — Li gorî nûçeya BBCya tirkî, Berdevkê Wezareta Berpirsiyariya Koçberî û Penaberan ya Belçîkayê Theo Francken diyar kir ku ew ji vê rewşê gelekî aciz in û ev yeka Tirkiyeyê dike li dijî peymana penaberan e.

    Kovara alman ya Der Spiegel jî nûçeyek derbarê vê mijaraê de çêkiribû û diyar kiribû, ku gelek penaberên ku Tirkiye dişîne Ewrûpayê xwedî pirsgirêkên mezin yên tenduristiyê ne. Wezareta Dadê ya Hollandayê daxuyaniyek da rojnameya ADê û nûçeya Der Spiegelê piştrast kir. Herwiha di daxuyaniyê de hate gotin ku Tirkiye destûra nade penaberên ku asta perwedeya wan bilinde ta ku derkevin derveyî Tirkiyeyê û penaberên ku neperwerdekirî dişîne Ewrûpayê.
    ‘CIHBICHIKIRINA TIRKIYEYÊ NE ZELAL E'

    Şandina Ewrûpayê  ya penaberan ya welatên Lûbnan û Urdinê ji aliyê Komîseriya Bilind ya Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNCHR) ve tê kirin. Lê li Tirkiye biryara vê yekê saziyên tirk didin. Hikûmeta tirk li gorî dilê xwe, kê bixwaze wî dişîne Ewrûpayê. Rayadarên alman da zanîn ku Tirkiye di cihbichkirinê de zelal tevnagere û gelek caran sextekariyan dike.

    ‘PEYMANA PENABERAN DI BIN XETEREYÊ DE YE'

    Medyaya Ewrûpayê li ser bûyerên dawî diyar kirin ku peymana penaberan di bin xetereya betalbûnê de ye. Welatên wekî Almanya, Hollanda û Belçîkayê ji ber rewşa siyasî ya Tirkiye û ji ber zextên hikumetê yên li ser azadiya ramanan li hember Tirkiye bibertekin.

    Bi heman mijarî:

    Di peravên Yûnanîstanê de keştî nokav bû:4 penaber xeniqîn
    Bobelat 25 penaber xeniqîn
    710 penaber dîsa çûn Efrînê
    Qaçaxçiyan ji milyonek penaber 6 milyar dolar qezenç kirine
    Zarokên penaber di kampê de rastî îstîsmara zayendî hatin
    Li qeraxê Libyayê 84 penaber winda bûn
    Etîketan:
    neperwerdekirî, der spiegel, peymana penabera, tirk, bbc, nexweş, (UNCHR), Theo Francken, belçîka, almanya, tirkiye, hollanda
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de