12:46 20 Tebax 2017
Zindî
    Maggie McMuffin

    Li Amerîkayê jina ku şortê wê kin bû negirtin balafirê

    © Foto: witter/@MaggieMcMuff
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Li bajarê Bostona Amerîkayê li balafirgeha Loganê jina 26 salî ji bo şortê ku li xwe kiribû kin bû û negundan in wê negirtin balafirê.

    Navenda Nûçeyan — Xebatkarên şirketa rêya hewayî ya JetBluêya amerîkî, jina 26 salî ya bi navê Maggie McMuffin ji bo şortê ku li xwe kiribû kin bû û bi sedema qedexebûnê di 18ê Gulanê de li Balafirgeha Navneteweyî ya Loganê wê li balafirê siwar nekirin. McMuffin piştî ku rastî astengiya siwarbûna balafirê hat ji balafirxaneyê pantolonek kerî û bi wî awayî siwar bû, piştî McMuffin li balafirê siwar bû bûyer li ser medya civakî par vekir û ragihand ku ew êdî hew li şirketa JetBlueyê difire.

    Ji bo ku malbat rehetsiz nebin daxwaza guhertinê hat kirin

    Ji aliyê din ve berdevkê JetBlueyê Doug McGraw di axaftina xwe ya Forbesê de bûyer serast kir û got:'Wezîfedarên balafirê yên ber derî û qabînê biryar didin ku dibe şortê McMuffin malbatên di balafirê de rehet bike. Wê jî şortê xwe guherand û dîsa li balafirê siwar bû. Di biryarên wiha de em piştgiriya xebatkarên xwe dikin.'

    Her wiha hat ragihandin ku şirketa rêya hewayî ya JetBlueyê li Maggie McMuffinê pêşniyar kiriye ku dixwazin bilêteke bêpere bidinê û buhayê pantolonê ku ji balafirxaneyê keriye jî ew bidin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Em bi yekîtiya axa Iraqê re ne
    Amerîka bangî PKKê kir: Dest ji çekan berde
    “Tirkiye dixwaze Amerîka dest ji piştgiriya kurdan berde”
    Amerîka nema bombeyên mîsket difiroşe Erebîstana Siûdî
    Amerîka:'Em piştgiriya Heşdî Şebî nakîn û nabe ew biçin nava bajarê Fellûceyê'
    Etîketan:
    Jina kinşort negirtin balafirê, rêya hewayî ya JetBluêya amerîkî, Doug McGraw, Maggie McMuffin, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de