02:40 17 Tebax 2017
Zindî
    ermenîstan

    Ermenîstan: Em xweşhal in

    © AFP 2017/ KAREN MINASYAN / AFP
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1920

    Parlementoya Federal ya Almanyayê, pêşnûmaya biryara qirkirina ermeniyan ya derbarê bûyerên 1915an de, bi dengekî redê û yekî bêalî pejirand. Piştî erêkirinê Wezareta Karên Derve ya Ermenistanê ragihand ku ew bi vê biryarê gelekî kêfxweş bûne.

    Navenda nûçeyan — Wezîrê Karên Derve Eduard Nalbandyan derheqê encamê dengdana peşnûmaya ‘qirkirinê' de kêfxweşiya xwe anî ziman û got ‘em ji encama biryarê, kêfxweş in' Nalbandyan ragihand ku ev biryara Almanyayê wê tenê nebe sedema naskirin û şermezarkirina qirkirina Ermeniyan lê ew ê di têkoşîna navneteweyî ya li dijî tawanên li hemberî mirovan de wê bibe gaveke mezin.

     

    Rûsya: Almanya dev ji prensîbên xwe berneda

    Piştî erêkirina pêşnûmayê şiroveya pêşî ya Rûsyayê, ji Serokê Komîteya Têkiliyên Navneteweyî ya Dumayê Aleksey Puşkov hat. Puşkov ji çapemeniyê re axivî û biryara parlementoya Almanyayê serkeftî dît û diyar kir ku vê yekê îspat kir ku Almanya ne pêgirtiya Tirkiyeyê ye.

    Puşkov diyar kir ku peymana penaberan ya di navbera Almanya û Serokomarê Tirk Tayyip Erdogan, bandor li ser biryara parlementeran nekir. Ev yek jî nişan dide ku Almanya ji ber peymana penaberan dev ji prensîbên xwe berneda.

     

    Bi heman mijarî:

    Almanya: 'Em ji rewşa Tirkiyeyê bi endişene, emê endîşeya xwe bigihînin Erdogan'
    Almanya:'Rûsya û Amerîka, dê îxlalên agirbestê yên Sûriyeyê vekolînin'
    Almanya û Îtalya: ‘Sykes Picot şaşî bû, divê were rastkirin'
    Ermenîstan û Îran vîzeyên di navbera xwe radikin!
    Zaxarova:'Dibe hefteya pêşiya Ermenîstan û Azerbeycan li Viyanayê bicivin'
    Etîketan:
    sûcên mirovî, QIRKIRIN, ermenî, Eduard Nalbandyan, Aleksey Puşkov, almanya, ermenîstan, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de