22:13 17 Tebax 2017
Zindî
    Meclîsa Federal a Almanyayê

    Parlementoya Almanyayê pêşnûmaya qirkirina ermeniyan pejirand

    © AP Photo/ Michael Sohn
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 7730

    Parlementoya Federal ya Almanyayê, pêşnûmaya biryara qirkirina ermeniyan ya derbarê bûyerên 1915an de, bi dengekî redê û yekî bêalî pejirand.

    Navenda Nûçeyan — Parlementoya Federal a Almanyayê, pêşnûmaya bi navê " bibîranîn û jibîrnekirina qirkirina ku di serdema Osmaniyan de li ser xiristiyan û ermeniyan hatiye" pejirand.

    ​Li gorî nûçeya beşê tirkî ya DWyê, Norbert Lammert di axiftinên berî dengdanê de got, "Em rexneyan qebûl dikin, lê hewldanên pêşgirtina li azadiya derbirînê di meclisê de nayên pejirandin. Ew tişt me ji rêya me venagerînin. Hikûmeta niha li Tirkiyeyê ne berpirsyara bûyerên berî 100 salî çêbûne".

    Piştî biryarê, mirovên olê û çalakvanên ermenî pankart rakirin ku li ser wan 'Spas' (Danke) dinivîse, rakir.

    ​Hevserokê Partiya Keskan Cem Ozdemirî got, "Mijar ne ew e ku em mamostetiya dostên xwe yên tirk bikin yan serokatiya wan bikin. Ev beşek ji dîroka Almanyayê ye jî."

    Herwiha tê payîn ku Serokwezîra alman Angela Merkel, piştî 2-2.5an biryarê binirxîne.

    ​Peyva qirkirinê du caran di pêşnûmaya biryarê de hatiye nivîsîn û ev bûyer heta niha ji aliyê 27 welatan ve wek "qirkirin" tê nasîn

     

     

    Bi heman mijarî:

    Sarkîsyan ji bo pêşnûmaya komkujiya ermeniyan bangî parlamenterên alman kir
    Ji ber "komkujiya ermeniyan" bi e-peyaman gef li parlementerên alman hatin xwarin
    Li Berlînê pêşnûmaya 'komkujiya Ermeniyan' hate protestokirin
    Meclîsa Federal a Almanyayê wê ‘Komkujiya Ermeniyan' binase
    Komkujiya veşartî: 15 hezar kurd hatine kuştin
    Komkujiya Enfalê beşa yekem
    Doza komkujiya Qesabê Bosnayê encam da! 40 sal
    Etîketan:
    qirkirina ermeniyan, Partiya keskan, Cem Ozdemşr, Norbert Lammert, Angela Merkel, Tirkiye, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de