08:57 17 Tebax 2017
Zindî
    Talîban

    Talîbanê 17 rêwiyên otobûsê revandin

    © AFP 2017/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Çavkaniyên herêmî ragihand, ku Talîbanê li bakurê Afxanistanê 17 rêwiyên otobûsê revandine.

    Navenda Nûçeyan — Hat ragihandin, ku Şervanên Talîbanê li parêzgeha Serpolê ya bakurê Afxanistanê, 17 rêwiyên otobûsê revandin.

    Berdevkê hikûmeta herêmî Zabîullah Emanî got, "hemû kesên revandî ne xebatkarên hikûmetê bûn û wan jin û zarok berdane".

    Emanî diyar kir, ku polîsan niha operasyona lêgerîna daye destpêkirin lê ew operasyon negihişt armanca xwe. Bûyer roja çarşemê bi şev pêk hatibû.

    Herwiha şervanên Talîbanê, di dawiya meha Gulanê de, 200 rêwiyên parêzgeha Kunduzê ya bakurê Afxanistanê revandibûn û heta niha gelek ji wan hîn jî wek rehîne girtî ne û 12 kes ji wan jî hatin kuştin.

    Ji aliyekî din ve, şervanên Talîbanê li herdû parêzgehên bi navê Kunduz û Serpolê gelekî çalak in û gelek deverên wan kontrol dike.

    Bi heman mijarî:

    Malbata şofore serokê Talîbanê dozê li Amerîkayê vedike
    Serokê Talîbanê: ‘Em bi hikûmetê re dê hevdîtinên aştiyê pêk neynin'
    Serokê Talîbanê yê nû diyar bû
    Serokê Talîbanê yê ku hat kuştin 19 caran çû Dubaiyê
    Ji Kremlînê hişyariya serokê Talîbanê yê nû
    Etîketan:
    revandin, rêwî, Talîban, Zabîullah Emanî, Afxanistan, Serpol, Kınduz
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de