02:18 24 Tebax 2017
Zindî
    jinên efrîqî-jin

    Li Pakîstanê jinek hat şewitandin!

    © AP Photo/ B.K. Bangash
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Li Pakîstanê di nava mehekê de jina 2emîn bi awayekî hovane hate kuştin. Jineke bi navê Marîa Sadakat ji ber ku teklîfa zewacê ya kurê hevalê xwe qebûl nekir rastî êrişê hat û jiyana xwe ji dest da.

    Navenda nûçeyan — Bûyer li gundê Upper Dewam ya li bakurê Pakistanê qewimî. Marîa Sadakat (19)  li dibistanekê mamostetî dikir. Midûrê dibistanê xwest ku Marîa bi kurê wî re bizewice lê Marîya ev pêşniyar nepejirand.  Li ser vê yekê midûrê dibistanê û komek li gel wî êriş Marîayê kirin.

    Derheqê bûyerê de, apê Marîayê, Abdûlbasît agahî da ajansa AFPê û diyar kir ku kurê midûr ne yekî baş bû, emre wî jî ji yê Marîa gelekî mezintir bû lewma ev zawece dê ne rast bûya û wiha got: ‘Wan Marîa revand cihekî û îşkenceyên mezin lê kir û piştre jî wan ew şewitand. Me ew rakir nexweşxaneyê lê mixabin jiyana xwe ji dest da.'

    Polêsên pakîstanî derheqê bûyerê de dest bi lêkolînan kir û di encamê de kesek hat desteserkirin. Lêpirsîna derhqê bûyerê de hêj berdewam e.  

    Di serê meha gulanê de li gundê Makol ya parêzgeha Abbotabatê keçek 16 salî jî ji ber ku alîkariya reva hevala xwe ya li gel hezkiriyê xwe kiribû,  bi fermana lijneya yextiyarên gund ve hatibû şewitandin.

    Bi heman mijarî:

    Fermandara HSDê: Em ê jinên Êzîdî ji destên DAIŞê rizgar bikin
    Kabusa terorîstên DAIŞê ‘Jinên Pêşmerge'
    Jinên Êzidî: 'Emê tola dayik û keçên kurd hildin'
    Jinên herî bedew ên Rûsyayê kifşe bûn
    DAIŞê 250 jinên li dîjî destdirêjkirinê derketin kuştin
    Etîketan:
    jin, hovîtî, kuştin, îşkence, pakîstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de