02:11 18 Tebax 2017
Zindî
    Li Somaliyê teqîn

    Li Somaliyê êrişa xwekujî:11 kuştî û bi dehan birîndar

    © REUTERS/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Li paytextê Somaliyê li Mogadişuyê bi wesayiteke bombekirî êrişîşeke xwekujî li dijî otelekê pek hat, di encamê de 11 sivîl hatin kuştin û bi dehan sivîl jî birîndar bûn.

    El Şebab
    © AP Photo/ Farah Abdi Warsameh
    Mogadişu — Li paytextê Somaliyê li Mogadişuyê bi wesayiteke bombekirî êrişîşeke xwekujî li dijî otelekê pek hat, di encamê de 11 sivîl hatin kuştin û bi dehan sivîl jî birîndar bûn. Êrişa xwekujî rêxistina terorîst El Şebab girte ser xwe, hê ji terefê meqamên fermî ve daxuyanî nehatiye dayîn.

    Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehî hatiye bidestxistin, li paytext Mogadişuyê li ser cadeya Mekke-i Mukerreme li dijî otela Ambbasadorê ku berpirsên hikumetê lê diman bi wesayîta bombekirî êrişeke xwekujî pêk hat.

    Her wiha li gorî şahidên bûyerê xwekujê ku wesayîta bombekirî li devê deriye otelê xwe teqand, li gorî agahiyên destpêkê di bûyerê xwekujî de herî kêm 11 sivîl hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.

    Hat ragihandin ku piştî bûyerê teqînê hinek kesên çekdar ketine nava otelê muşteriyên otele dîl girtine û her wiha di navbera kesên çekdar û hêzên ewlehî pevçûn derketiye.

    Bi heman mijarî:

    DAIŞ: ‘Me li Somaliyê êrişa xwe ya pêşî pêk anî'
    Li Somaliyê teqîn: '15 mirî'
    Li Somaliyê êrişa komkujî: 20 kuştî
    Li Somaliyê teqîn: Herî kêm 11 kuştî
    Etîketan:
    Rêxistina terorîst a El Şebab, Li Somaliyê êrişa xwekujî, Êrişa bi wesayîta bombekirî, Mogadişu, Somalî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de