03:40 21 Tebax 2017
Zindî
    Grûbên cihadîst

    Li Cezayîrê operasyona cihadîstan: Herî kêm 8 milîtan hatin kuştin

    © AP Photo/ AP Photo via militant website, File
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Li Cezayîrê di şerê navbera leşkerê artêşê û komên Îslamî yên cihadîst de herî kêm 8 milîtan hatin kuştin.

    Navenda Nûçeyan — Wezareta Parastinê ya Cezayîrê di daxuyaniya xwe de ragihand ku li Gûelta Zarka ya ser bi wîlayeta Setîfê li hemberî milîtanên Îslamî operasyoneke leşkerî hat lidarxistin.

    Li gorî daxuyaniyê di encama vê operasyona leşkerî de li herêma ku 350 kîlometro li rojhilatê paytextê Cezayîrê ye herî kêm 8 milîtan cihadîst hatin kuştin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di operasyonê de çek, cebilxane û êlekê bombeyan û gelek amûrên şer hatine bidestxistin.

    Li Cezayîrê, di şerê navxweyî yê navbera salên 1991-2002an de herî kêm 60 hezar kesî jiyana xwe ji dest da. Îsal li hemberî komên Îslamî yên tund gelek operasyon hatin lidarxistin û di nava 6 mehên dawî de komên bîatê ji DAIŞê re jî di nav de, zêdeyî 100 milîtan hatin kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Li Cezayîrê helîkopterekî leşkerî ket: 12 kuştî û 2 birîndar
    Reuters:'Tirkiye piştgiriyê nade operasyona Minbicê'
    Reuters:'Operasyona bajarê Minbicê bi pêşengiya YPGê dest pê kir'
    Operasyona rizgarkirina bakurê Reqqayê di roja 5ê de berdewam dike
    Di operasyona Reqayê de derbeyeke giran li DAIŞê ket
    Etîketan:
    DAIŞ, Operasyona milîtanên cezayirî, Grûbên cihadîst, Wezareta Parastinê ya Cezayîrê, Cezayir
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de