22:31 26 Gulan 2018
Nîkos Anastasiadis

Anastasiadis:'Noşîcan be ji we re, ez diçim'

© AFP 2018 / THIERRY CHARLIER
Cîhan
Lînkê kurt
0 01

Serokomarê Qibrisê Nîkos Anastasiades ku tevlî Zîrweya Însanî ya Cihanê li Stenbolê bibû ji bo ku Serokê Qibrisa Bakur Mustafa Akinci hatibû vexwendin civîna xwe di nêvî de birî.

Yunanistan - Başûrê Qibrîsê
© AP Photo / Petros Karadjias
Stenbol — Serokomarê Qibrisê Nîkos Anastasiades ku tevlî Zîrweya Însanî ya Cihanê li Stenbolê bibû ji bo ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan Serokê Qibrisa Bakur Mustafa Akinci vexwendibû zîrweyê civîna xwe di nêvî de birî û vegeriya Yûnanîstanê.

Zîrweya Însanî ya Cihanê ku bi mahzuvaniya Tirkiyeyê li Stenbolê birêve diçû Serokomarê Qibrisê Nîkos Anastasiades jî tevlî civînê bibû, lê ji bo ku Mustafa Akinci hat vexwendin, merasîma xwarina Serokomar Erdogan red kir û vegeriya Yûnanîstanê.

Serdana xwe di nêvî de birî

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Qibrisê CNA ku dispêrê berpirsên rûmî, elçîyekî Neteweyên Yekbûyî roja duşemê bi rêya telefonê anastasiadis agahdar dike ku Serokê Qibrisa Bakur Mustafa Akinci jî ji bo xwarinê hatiye vexwendin û li, ser vê Anastasiadis jî dibêje noşîcan be ji we re, ez diçim.

Li gorî berpirsên rûmî, Anastasiadis îro pêwendiyên xwe yên Tirkiyeyê di nêvî de birîn û dê ji Stenbolê vegere paytextê Yûnanîstanê Atînayê.

Bi heman mijarî:

Krîza Qibrisê ya piştî 41 salan
Zîrweya Însanî ya Cihanê li Stenbolê dest pê kir
Peskov, sedema tevlînebûna Pûtîn a zîrweya Stenbolê eşkere kir
Zîrweya YEyê û Tirkiyeyê dirêj bû, Mogherini Tirkiye rexne kir
Li Qibrisa Bakur hikumet hilweşiya
Etîketan:
Zîrweya Însanî ya Cihanê, Serokomarê Tirkiyeyê, Serokomarê Qibrisê, Mustafa Akinci, Recep Tayyip Erdogan, Nîkos Anastasiades, Stenbol, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de