20:38 26 Gulan 2018
hamas

Hamas dê 13 kesan li ber çavên gel dardebike!

© Foto: AA/ Ali Hassan Jadallah
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Hikumeta Hamas, piştî sala 2014an cara pêşî wê girtiyan li ber çavên gel darde bike.

Navenda nûçeyan — Serdozgerê Xazeyê Îsmaîl Cabîr,  ji sûcên dizî û kujeriyê cezayê dardekirinê li 13 kesan birî. Cabîr got: ‘Min daxwaz kir ku îdam li ber çavê gel bêne kirin'

Hate ragihandin ku rojên borî malbatên kuştiyan bo ku sûcdar bi lez û bez bêne dardekirin li ber parlementoya Xazeyê çalakî lidarxistin.

Heta niha tenê kesên sûcên xîyaneta welêt û hevkariya Îsraîlê dikirin, dihatin dardekirin, lê ew jî ne li ber çavên gel. Herî dawî di sala 2014an de 7 filîstînî bi sûcê ‘alikarê dijminan' ji aliyê hêzên Hamasê ve li ber mizgeftekê hatibûn îdamkirin.

Rêxistinên Mafên Mirovan bertekên mezin dan dardekirinan.

Bi heman mijarî:

DAIŞê 6 emîrên xwe ku dixwestin birevin îdam kirin
Rejima Îranê li Urmiyeyê 4 kurd îdam kirin
DAIŞê helbestvanê sûrî û kurê wî îdam kir
Îran dixwaze bi belgeyên sexte zarokekî kurd îdam bike
SÛRİYE - Ciwanekî kurd hat îdam kirin
Etîketan:
dardekirin, hamas, hovîtî, îdam, filîstîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de