16:44 22 Gulan 2018
    Mele Extar Mensur

    Serokê Talîbanê yê ku hat kuştin 19 caran çû Dubaiyê

    © REUTERS / Taliban
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokê rêxistina Talîbanê Mele Extar Muhammed Mensûr ku di êrişeke balafira Amerîkayê de hat kuştin, hat îdiakirin ku Mensûr bi belgeyên fermî 2 car Îran û 19 caran jî çû Dubaiyê.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya Rojnameya Dawna pakîstanî, li herêma sînorê Afganîstanê ku serokê Talîbanê hat kuştin pasaporteke ku li ser navê Vali Muhammed hatibû amadekirin hat dîtin. Li gorî pasaporta ku aîdî serokê Talîbanê ye, roja 21ê Gulanê ku Mensûr bi balafira Amerîkayê hat kuştin cara duyemîn ji serdana xwe ya Îranê vedigeriya.

    Her wiha berpirsên pakîstanî ragihandin ku dema em bala xwe didin vîzeyên li ser pasaportê serokê Talîbanê çendîn caran çûye Îran û Dubaiyê.

    Serokê cihadîst jî çû Washîngtonê

    Ji aliyê din ve li gorî nûçeyên çapemeniya Amerîkayê, yek ji serokê rêxistina Ehrar-uş Şam ku Rûsya û hikumeta Sûriyeyê wekî rêxistina terorîst dibîne Labin el Nahhas derket holê ku bi hêsanî serdana Amerîkayê kiriye. Labin Nahhasê ku di heman demê de berpirsê têkiliyên derve yê Ehrar-uş Şamê ye di meha rêbendanê de çend rojan li Washîngtonê maye. Wezareta Derve ya Amerîkayê ev pirs bê bersiv hişt.

    Bi heman mijarî:

    Stratejiya nû ya Amerîka û Hikumeta Afxan: Dê alîkariya madî bidin Talîban!
    Talîban li Afxanîstanê êrişî konvoya amerîkiyan kir
    Talîban Li Afganistanê êrişî bajêr kir: 9 kuştî
    Talîban li Afganîstanê herêmek bi dest xist
    Di nava Talîban de krîza serokatiyê: 70 kes hatin kuştin
    Etîketan:
    Wezareta derve ya Amerîkayê, Ehrar-uş Şam, Serokê Rêxistina Talîbanê, Labin Nahhas, Mele Extar Mensur, Pakîstan, Afganîstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de