12:37 27 Gulan 2018
google

Polêsan bi ser ofîsa Google ya Parîsê de girtin!

© REUTERS/ Peter Power/File Photo
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Polêsên fransî di çarçoveya lêpirsîna qaçaxçitiya bacê de, bi ser ofîsa Google ya Parîsê de girtin.

Parîs — Hikumeta Fransayê bi ekîbek ji 100 kesan pêk tê, ku tê de polês, dozgerên malî û erkdarên bacê hene girte ser ofîsa Google.  Operasyon di saet 05:00ê sibehê hate kirin û lêgerîna di nava avahiyê de hêj berdewam dikin. Hate ragihandin ku operasyon di nava nepeniyeke mezin tê kirin.

Li gorî çavkaniyekî fransî, bi qasî 1.6 milyon euro deynê Google heye û rayedarên fransî  Google ji bo ku deynê xwe bide hişyar kiriye.

Derheqê operasyonê de Google hêj ti agahî nedaye.  


Bi heman mijarî:

Şêx Google Şêxê Diyanetê derewand
'Egerîn - Navenda Înterneta Kurdî' bi Google re kete pêşbaziyê
Google navê Rojavayê kir Kurdistana Sûriyayê
Etîketan:
operasyon, google, fransa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de