20:40 26 Gulan 2018
Pyotr Poroşenko

Poroşenko, 3 hezar polês dişîne Tirkiyeyê

© Sputnik / Mikhail Palinchak
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Dewleta Ûkraynayê Pyotr Poroşenko ragihand ku dê 3 hezar polêsên ûkraynî ji bo perwerdeyê bişînin Tirkiyeyê.

Navenda Nûçeyan — Serokê Dewleta Ûkraynayê Pyotr Poroşenko ragihand ku dê 3 hezar polêsên ûkraynî ji bo perwerdeyê bişînin Tirkiyeyê.

Serokê Dewleta Ûkraynayê Pyotr Poroşenko li Stenbolê di Zîrweya Însanî ya Cihanê de bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re hevdîtinek pêk anî. Poroşenko piştî hevdîtina ragihand ku wan li hev kiriye ku polêsên ûkraynî li Tirkiyeyê perwerdehiyê bibinin.

Pyotr Poroşenko di hisabê xwe yê facebookê de ragihand ku ji nêzîk ve dê 3 hezar polês li Tirkiyeyê dest bi perwerdehiyê bikin. Ev hevkariya rêxistina polêsan a navbera her du welatan gelekî girîng e.

Ji aliyê din ve li gorî daxuyaniya malpera înternetê ya Serokatiya Dewleta Ûkraynayê, polêsên ûkraynî dê bi awayê du grûban derbasî Tirkiyeyê bibin û di çarçoveya bernameya araste û perwerdeyê de wê çek jî ji polêsên Ûkraynayê re werin peydakirin.

 

 

Bi heman mijarî:

Zaxarova, ji şêwirmendê poroşenko re got, tu Naziyan tîne heşê min
Joe Bîden: Ez ji hevsera xwe bêtir bi Poroşenko re diaxivim
Pûtîn, Merkel, Poroşenko û Hollande li ser Ûkraynayê axivîn
Poroşenko statuyê taybet yê Donbasê tevlî Destûrê kir
Poroşenko: piştî `Minisk-2` li Ûkraynê agirbestek sexte çêbû
Etîketan:
Perwerdeya polêsan ûkraynî li Tirkiyeyê, Serokomarê Tirkiyeyê, Serokê Dewleta Ûkraynayê, Recep Tayyip Erdogan, Pyotr Poroşenko, Tirkiye, Ûkrayna
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de