09:07 24 Sibat 2018
Zindî
    Barack Obama

    Obama: Kuştina serokê Talîbanê destpêka demeke nû ye

    © AFP 2018/ SAUL LOEB
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê DYAyê Obama, li ser kuştina serokê Talîbanê Molla Mansurî dibêje ku ev bûyer wê ji bo pêkanîna aştiyê demeke nû bide destpêkirin. Di vê navberê de Talîbanê kuştina Molla Mansur piştrat kir û ji bo ku serokekî nû ji xwe re hilbijêre kom bû.

    Navenda Nûçeyan — Serokê DYAyê Barack Obama derbarê kuştina serokê Talîbanê Molla Ahtar Mansur de daxuyaniyek nivîskî belav kir. Obama diyar dike ku "Bi kuştina Mansur re, serokê rêxistineke wisa ji holê hate rakirin ku li hember hêzên hevpeymanî û DYAyê her êrîş komplo pêk tanî, êrîşî wan dikir, li hember gele Afgan şer dikir û bi rêxistineke wek El Qaîdeyê re tevdigeriye."

    Obama dibêje ku ew ê li hember komên tundrew çalakiyên xwe berdewam bikin ku ev kom DYAyê hedef digrin daxunîya xwe wiha berdewam dike; "Demeke dirêje em ji bo aramî û aştiya Afganîstanê dixebitin. Ev bûyer, wê di van xebatên me de demeke nû bide destpêkirin."

    ‘MOLLA MANSUR LI LI PÊŞIYA HÊVIYÊN AŞTIYÊ ASTENG BÛ'

    Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltengber jî daxuyaniyek belavkir û got ku; kuştina Mansur ji hêla hikûmetên Afgan û DYAyê hate piştrastkirin. Sekreterê NATOyê wiha berdewam kir; "Molla Mansur li pêşiya hevdîtinên di navbera hikûmeta Afgan û Talibanê de disekinî û hêviyên pêşketinê yên derbarê lihevkirinê asteng dikir."

    PAKISTAN BERTEK NÎŞANÎ DYA YÊ DA

    Di vê navberê de Wezareta Karê Derve ya Pakistanê bertek nîşanî DYAyê da ku ji bo çi beriya operasyonê agahî nedaye wan. Daxuyanî balê dikişîne ser bikaranîna navgînên asmanî yên bêmirov û dibêje ku ev cûre êriş binpêkirina serdestiyê ye.

    ‘TALÎBAN JI BO HILBIJARTINA SEROKÊ NÛ CIVIYA'

    Serkirdeyekî Talîbanê ji AFPê re daye piştrast kiriye ku Molla Mansur hatiye kuştin. Herweha hate ragihandin ku rêxistin nêzîkî bajarê Quettayê yê Pakistanê ji bo serokê xwe yê nû diyar bike kom bûye.

    MOLLA MANSUR YEKEMÎN SEROKÊ TALÎBANÊ YE KU DYA LI PAKISTANÊ DİKUJE

    Molla Mansur piştî ku sala derbasbûyî serokê Talîbanê Molla Muhamed Omer hate kuştin bibû serokê rêxistinê. Roja yekşemê li başurê rojavayê eyaleta Belûcistanê yê Pakistanê ji hêla navgînên asmanî yên bêmirov hatibû kuştin.
    Molla Mansur yekemin serokê Talîbanê ye ku ji hêla DYAyê li pakîstanê hatiye kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Talîban li Afxanîstanê êrişî konvoya amerîkiyan kir
    Talîban Li Afganistanê êrişî bajêr kir: 9 kuştî
    Talîbanê li Afganîstanê helîkoptereke Amerîkayê xist
    Li Afganîstanê operasyon: 40 endamên Talîbanê hatin kuştin
    Rûsya: Di tekoşîna dijî DAIŞê de berjewendiyên me û Talîbanê yek in
    Etîketan:
    navgînên hewayî ya bêmirov, El Qaîde, NATO, DYA, Taliban, Molla Aktar Mansur, Barack Obama, Amerika, Pakistan, Afganistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de