18:06 25 Sibat 2018
Zindî
    Martin Schulz

    Serokê Parlamena Ewropayê rexneyên tund li Tirkiyê kir

    © AFP 2018/ Emmanuel Dunand
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokê Parlamena Ewropayê Martin Schulz, pêşketinên siyasî yên di demên dawî li Tirkiyê çêdibin bi awayekî tund rexnekir.

    Navenda Nûçeyan — Martin Schulz ji rojnameya Kölner Stadt-Anzeigerê re axivî û got ku Tirkiye gelek bi lez ji nirxên Ewropayê dûr dikeve.

    Serokê PEyê Schulz diyar kir ku "Tirkiyê her ku diçe ber bi dewleta yek zilamî ve diçe û wiha berdewam kir; "Divê Serokwezîr Angela Merkel û rêvebiriya Yekîtiya Ewropayê bi awayekî zelal ji serokomar Erdogan re bibêjin ku polîtîkayên wan ne li gor nirxên Ewropayê ne, ev polîtîka pêvajoya endamtiya YEyî ne tene dixe zehmetiyê, dixe rewşa nepêkan."

    Schulz aşkere dike ku ji bo welatiyên tirk mafê rêwîtiya bêvîze werbigrin, divê hikûmeta tirk şertên pêwîst bicî bîne. Herweha bang li rayedarên EYyê dike û dibêje ku divê li hember van pêşketinan bêdeng nemînin.

    Bi heman mijarî:

    PE:'Serbestiya vîzeyê di hezîranê de zor e, wê bimîne meha cotmehê'
    Cameron: Wiha diyar e ku Tirkiye encex piştî sala 3000î têkeve YEyê bibe
    Cameron:'Tirkiye hê bi 10 salan dûrî endamtiya Yekîtiya Ewropayê ye'
    Merkel bûye sedem ku Erdogan şantajê li Ewropayê bike
    PE dê sibê mijara serbestiya vîze ya Tirkiyeyê gotûbêj bike
    Etîketan:
    Parlamena Ewropayê, Angela Merkel, Martin Schulz, Ewropa, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de