16:00 24 Hezîran 2018
Pevçûnên Almanyayê

Çeçen û afganî êrişî penaberên êzidî kirin:5 birîndar

© Foto : AA/ Mesut Zeyrek
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Li kampeke penaberan li Almanyayê, komek xortên êzidî rastî êrişa penaberên afganî û çeçanî hatin.

Navenda Nûçeyan - Berpirsê beşa rewşenbîrî ya Laleşê li Almanyayê, Dilşad Simo Coqî ragihand ku li kampeke penaberan komek penaberên îslamî yên afgan û çeçenî bi kêran êrişî komek xortên êzidî kirin û di encamê de 5 xortên êzidî birîndar bûn.

Dilşad Simo Coqî da zanîn ku her çiqas polês pêşiya aloziyê girtiye lê ew wekî Laleş dixwazin malbatên êzidî ji wê kampê bên derxistin û derbasî cihekî din bên kirin. Ji ber ku ew komên îslamî jiyana wan êzidiyan tehdîd dikin.

Wî nûnerê Laleşê ragihand ku tedbîrên pêwîst ji bo parastina wan malbatên êzidî hatine girtin û ewên ku birîndar jî bûne derbasî nexweşxaneyan hatine kirin û hinek êrişkar jî hatine girtin.

Bi heman mijarî:

Li Herêma Kurdistanê yek milyon û 680 hezar penaber dijîn
Qaçaxçiyan ji milyonek penaber 6 milyar dolar qezenç kirine
Zarokên penaber di kampê de rastî îstîsmara zayendî hatin
Li qeraxê Libyayê 84 penaber winda bûn
Di navbera penaber û qaçaxçiyan de şer derket: 20 kesan jiyana xwe ji dest dan
Awropayê 18 penaber dan Tirkiyeyê
Etîketan:
êrişa penaberên afgan û çeçenî, Penaberên êzidî, Dilşad Simo Coqî, Almanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de