08:35 21 Sibat 2018
Zindî
    Zeid Raad al-Hussein-NY

    NY: ‘Em ji rewşa bajarên kurdan gelekî bi endîşene'

    © Foto:
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Komîserê pilebilind yê çavdêrîya li mafên mirovan yê Neteweyên Yekbûyî (NY), Zeyd Raad el-Huseyin hişyariyên xwe yên derheqê operasyonên artêşa tirk dubare kir û daxuyand ku rewşa bajarên kurdan di rewşeke metirsdar de ye.

    Navenda nûçeyan — Komîserê pilebilind yê çavdêrîya li mafên mirovan yê Neteweyên Yekbûyî (NY), Zeyd Raad el-Huseyin li Washington beşdarî konferansa Enstutiya Brookingsê bû û li wê derê endîşeya xwe ya derheqê rewşa kurd û bajarên kurdan dubare kir. Li gorî agahiyên di nûçeya Dengê Amerîkayê (VOA) de derbas dibe Zeyd Raad el-Huseyin daxuyand ku hikumeta tirk rêya li ber xebatên lêkolînên wan ên li bajarên kurdan digre û wiha got: ‘Em bo rewşên Amed, Cizîr û Silopiya gelekî bi endişene. Rewşa Nisêbînê jî xerab e. Em bi endîşe rewşa bajaran dişopînin.'
    Zeid Raed el Huseyîn
    © REUTERS/ DENIS BALIBOUSE

    Zeyd Raad el-Huseyin da zanîn ku hikumeta tirk tenê şexsî wî vexwendiye û wiha dewam kir: ‘Berdevkê Wezareta Karên Derve di daxuyaniya xwe de ragihand ku ‘Tu kengî bixwaze tu dikare biçe herêmê' bi vê daxuyaniyê ew şexsên min vedixwînin. Li ser vexwendina wezaretê, bo ku çavdêrên mafên mirovan biçin herêmê min nameyek şand, lê hêj bersiva min nedane.' 

    Çi bûbû?
    El Huseyîn, 10ê Gulanê de ji bo îxlalên mafên mirovan yên artêşa tirk, bê vêkolîn xestibû ku komek lêkolîner û çavdêr bişîne bajarên kurdan. Lê hikumeta tirk destûra vê yekê nedabû û lewma jî hêj ti encam nehatin bidestxistin.  Berdevkê Komîseriya Mafên Mirovan Rupert Colville jî daxuyandibû ku şandeya wan ya lêkolînê amade ye û dema hikumeta tirk destûrê bide wê bi lez û bez dest bi vekolînên xwe bikin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsyayê, ji bo Zîrweya Însaniya Cihanê ya Stenbolê nameyek şand NY
    TEV-DEMê bangî NY, HRW û saziyên navneteweyî kir
    “NY analîza perçebûna Iraqê dike”
    NY: Rewşa Helebê "karesat" e
    Moskova, li NY derbeyek giran li El-Riyadê xist
    NY: Em ditirsin ku 500 koçber xeniqîbin
    Etîketan:
    endîşe, ny, bajarên kurdan, mafên mirovan, Zeyd Raad el-Huseyin, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de