05:01 20 Sibat 2018
Zindî
    Tehran

    Îranê çav berdaye axa Azerbeycanê

    © Sputnik/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10

    Wezîrê Çandinî yê Îranê Mahmûd Hocatî ragihand ku em dixwazin araziyên ji çandiniyê re musaid ji Azerbeycanê ji bo demeke dirêj kirê bikin.

    Navenda Nûçeyan - Wezîrê Çandinî yê Îranê Mahmûd Hocatî li paytextê Azerbeycanê li Bakuyê di Foruma Kar a Îran û Azerbeycanê de axivî û got:'Cotyarên îranî dixwazin li Azerbeycanê araziyên ji çandiniyê re musaid kirê bikin.'

    Ekonomîstê azerî Araz Aslanli pêşniyara Îranê ji ajansa Spûtnîkê re nirxand û got:'Welatek dikare ji welatekî din araziye kirê bike û niha ev rêbaz li tevahiya cihanê belav bûye.'

    Welatê ku herî zêde ax kirê kiriye Çîn e

    Araz Aslanli di berdewamiya şîroveya xwe de got:'Lê axeke Azerbeycanê ku bi qandî bide kirê tuneye û ji xeyrî nêrînên ekonomîk û siyasî divê nêrîna ewlehiyê jî were nirxandin.'

    Ekonomîstê azerî di dirêjiya axaftina xwe de got:'Ji aliyê din ve dewleta ku herî zêde ji dewleteke din ax kirê kiriye Çîn e û li cihanê araziyên ku herî zêde tê ecibandin û rexbetê dibîne dewletên Efrîqayê ne.'

    Dê hecma bazirganiyê zêde bike

    Her wiha li gorî ekonomîst Fariz Guliyev, heke ev pêşniyara Îranê têkeve meriyetê hecma bazirganiya dualî dê bandoreke erênî bike û pêwendî wê di asta resen de bidomin.'

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Rûsya, Azerbeycan û Îran agirbestê dixwazin
    Li Îranê 46 kurd ji ber tiryakê jiyana xwe ji dest dane
    Îranê Kim Kardashian bi sîxurî sûcdar kir
    Kurdên Îranê daxwaza perwerdehiya bi zimanê kurdî dikin!
    Komara Maldivê, pêwendiyên xwe yên dîplomatîkî ji Îranê qut kirin
    Etîketan:
    Foruma Kar a Îran û Azerbeycanê, Wezîrê Çandinî yê Îranê, Fariz Guliyev, Araz Aslanli, Mahmûd Hocatî, Azerbeycan, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de