17:48 21 Sibat 2018
Zindî
    penaber

    Welatiyên Tirkiye ji bo penaberen ne xweşbîn in

    © REUTERS/ Yannis Behrakis
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gor raporta Rêxistina Efûyê ya Navdewletî (AI) hemwelatiyên Tirkiyê bi çavekî baş li pêşwazîkirina penaberan nanêrin. Di vê mijarê de Tirkiyê ji nava 27 welatan bûye 22yemîn.

    Navenda Nûçeyan — Rêxistina Efûyê derbarê pêşwazîkirin û nêrîna li penaberan lêpirsînek daye çêkirin. Lêpirîn ji hêla şîrketa GlobeScanê ve birêve çûye. Saziyê di encama lêpirsînê de raportek amadekir û bi raya giştî re par ve kir.

    Di lêpirsînê de ji beşdaran hate pirsîn ku, gelo tû qebûl dikî ku penaber bên welat, bajar, tax an jî mala ku tu lê dijî? Li gor encama ku derketiye holê Çîn welatê ku herî zêde bi xweşbînî nêzîkî penaberan dibe Çîn e. Pûanê Çînê sedî 85 e.

    Tirkiyê tenê karî 39 pûana bidest bixe û din ava 27 welatan yê 22yemîn derket.

    Ji beşdaran ev pirs hatiye kirin ku "Hûn difikirin ku hikûmeta we divê alîkariyek bêhtir bide penaberên ji ber şer reviyane an na?". Li Tirkiyê sedî 49 ê kesên beşdar bersiva erênî dane.

    Dîsa li ser pirsa ku "Gelo hûn ê deriyê mala xwe ji kesên penaber re vekin an na?" sedî 5ê beşdarên Tirkiyê gotin e "erê". Li Çînê ev hejmar sedî 46, li Îngîltereyê sedî 29, li Yewnanistanê sedî 20 û li Spanyolê sedî 18 gotine "erê".

    Bi heman mijarî:

    Qaçaxçiyan ji milyonek penaber 6 milyar dolar qezenç kirine
    Zarokên penaber di kampê de rastî îstîsmara zayendî hatin
    IOM: Her roj 150 penaber ji Tirkiyeyê diçin giravên Yûnanîstanê
    100 hezar penaber ber bi Tirkiyeyê ve direvin
    Duhî 245 penaber ji Tirkiyeyê vegeriyan Kobaniyê
    Etîketan:
    Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International – AI), penaber, Spanya, Çîn, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de