18:05 22 Sibat 2018
Zindî
    balafira misrê

    ‘2 parçeyên ayidî balafira EgyptAirê hate dîtin'

    © REUTERS/ Amr Abdallah Dalsh
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Balafira EgyptAirê ya ku ji Parîsê diçû Qahîreyê piştî ku bi hewayê ket bi 3 saetan agahî jê nehate standin. Hate ragihandin ku li ser giraveke Yunanîstanê 2 parçeyên ayîdî balafirê hatiye dîtin. Rayedarên misrî ji êrişa xwekujiyê guman dikin.

    Navenda nûçeyan —  Hate ragihandin ku li ser girava Yunanîstan Kerpeyê  2 parçeyên ayîdî balafira windayî hatine dîtin. Rayedarên misrî li ser vê yekê daxuyandin û gotin ku dibeku balafir rastî  êrişeke terorî hatibe.

    ‘Bi îxtîmaleke mezin êrişa terorîstî pêk hat'

    Wezîrê Hewavaniya Sivîl ya Misrê Şerîf Fethî diyar kir ku û got: ‘Dema em îxtîmalên sedema ketina balafirên didin ber hev, em dikarin bibêjin ku balafi ji sedema êrişeke terorî ketiye.

    Li gorî nûçeya Reutersê ya ku xwe spartine rayedarên yûnanî de tê gotin ku 2 parçeyên balafirê li derdora girava Kerpe ya Yunanîstanê hatine dîtin.

    ‘Dibeku êrişa xwekûj hatibe kirin'

    Çavkaniyên yunanî yên agahî dan rojnameya The Guardinê û gotin ku bi îxtîmaleke mezin êrişa xwekujiyê hatiye kirin.

    Hin wêneyên ku tê gotin ayîdî balafirêne di medyaya civakî de hatin parvekirin.

    Çi bûbû?

    Balafira rêwiyan ya ayidî firmaya EgyptAirê ya ku ji Parîsê diçû Qahîreyê piştî ku bi hewayê ket bi 3 saetan ti agahî jê nehate standin. Di balafirê de 56 rêwî û 10 muretebat hebûn.Tîmên lêgerîn û xilaskirinê yên yunan û fransî li ser Behra Spî xebatên lêgerînê didomînin.

    Bi heman mijarî:

    Rojnamevanê misrî ji nava DAIŞê axivî: ‘Tirkiya alîkarî û perwerdehiyê dide DAIŞê’
    Balafira Misrê ya ku sefera Parîs û Kahireyê dikir ji radarê winda bû
    Balafira tirk ket!
    Rûsyayê îdîayên Amerîkayê derewand: Balafira me li gor pîvanan difiriya
    Amerîka îdia dike ku balafira Rûsî, dîsa balafirên wan 'zivêr' kiriye
    Balafira THYyê hat valekirin
    Etîketan:
    terorîst, balafir, xwekujî, misir, fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de