04:40 26 Sibat 2018
Zindî
    Pêşmerge - Belgefilmê Pêşmerge

    Festîvala Cannesê filmê Pêşmerge nîşan dide

    © Foto: Twitter
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 21

    Festîvala Filman a Cannesê belgefilmê "Pêşmerge" yê derhêner Bernard Henri, xist lîsteya xwe ya bijarteyan a taybet.

    Navenda Nûçeyan — Juriya Cannesê roja Duşemê di daxuyeniyekê de got: "Ev fîlmê ku me nû dît, li ser şervanên Pêşmerge ye. Derhênerî bi tîmeke biçûk, hezar kîlometrî ji başûre ber bi bakur ve li eniyên şerî, rûyên jin û mêrên şervan kişandine."

    ​Belgefîlma "Pêşmerge" şerê hêzên Kurdistanê li dijî rêxistina DAIŞê nîşan dide û derhênerê wê jî fîlozofê frensî û dostê kurdan Bernard-Henri Lévy ye.
    Wî di çend serdanan de di navbera Tîrmeh û Çileya Pêşîn a 2015an de ew film li eniyên şerî yên Kerkûk, Mûsil û Şingalê kişandiye.

    Hat ragihandin ku dirêjahiya filmê "Pêşmerge" 92 xulek e û roja Înê, 20 Gulanê li Cannesê dê bê nîşandan.

    Hêjayî gotinê ye ku 21 film ji bo destxistina Palmiya Zêrîn beşdarî festîvalê bûne û ev film dê 10 rojan bê nîşandan heta û gelek hunermendên hunera 7emîn dê li wan temaşe bikin.

    Bi heman mijarî:

    Filmeke Kurdî di Cannes ê de tê nîşandan
    Parlamentoya Kurdistanê: ‘Divê sînemaya kurdî beşdarî festîvalên cîhanî bibe’
    Derhênerê kurd dê bi 223 qamçiyan bê sizakirin.
    Derhênerê kurd xelata Ewropayê red kir: 'Hûn durû ne, komkujiya li dijî kurdan nabînin'
    Kurtefîlma derhênerê kurd li Spanyayê bû yekemîn
    Derhênerê Mîrê Gustîlan ‘Doza Gollum' şîrove kir
    Etîketan:
    cannes, belgefilm, film, DAIŞ, Pêşmerge, bernard-Henri Levy, Şingal, Mûsil, Kerkûk, Kurdistan, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de