09:36 23 Hezîran 2018
Venedîk

Venedîkê, Kirim wekî perçeyekî Rûsyayê nas kir

© Sputnik /
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Meclîsa Venedîkê ya bajêr di encama dengdayînê de bû yekemîn bajarê Ewropayê ku Kirim wekî perçeyekî Rûsyayê nas kir.

Venedîk — Li gorî biryara dengdayînê ku di meclîsê de hat qebûlkirin, meclîsê bangî hikumeta Îtalyayê kir ku mûeyîdeyên Rûsyayê yên ji bo Kirimê hatine sepandin bila werin rakirin.

Çapemeniya Îtalyayê nûçe wekî ‘piştî Koreya Bakur, Uganda, Sûriye û Zimbabve Venedîkê jî Kirim wekî perçeyekî Rûsyayê nas kir' ji xwendevanên xwe re par vekirin.

Di vê navberê de yek ji parlamenterên ku ev pêşnûma amade kiribû Luciano Sandona ragihand ku tu hêzeke hiqûqî ya biryarê tuneye, lê taybetmendiyeke polîtîkî derdixîne pêş. Ev biryar helwesta herêmêke Îtalyayê ya Venedîkê nîşan dide.

Balyozê ûkraynî ji parlamenteran re name nivîsandibûn

Berî dengdayînê Balyozê Ûkraynayê yê li Îtalyayê Yevgeniy Pereligin ji endamên parlamentoya Venedîkê re name nivîsandibûn. Pereligin di nameya xwe de, nasîna Kirimê wê zirarê bide hevgirtina Ewropayê û ji vê gavê vegerin. Lê derket holê ku tu bandora nameya Pereligin li parlamenteran çênebûye.

Bi heman mijarî:

Rûsya: ‘Kirim ne mijara nîqaşê ye'
Dibe Venedik bibe yekemîn bajarê ewropî ku Kirimê binase
Pûtîn, bi rêya telefonê li Kirimê tevlî civînekê dibe
Klîba Serdozgera Kirimê bi milyonan car hate temaşekirin
Li Kirimê jî meşa ‘Alaya Nemiran' hat lidarxistin
Li Kirimê keştiyeke nû ya moşekan ji bo filoya Rûsyayê hat çêkirin
Etîketan:
Meclîsa bajarê Venedîkê, Yevgeniy Pereligin, Luciano Sandona, Venedîk, Îtalya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de