11:43 22 Sibat 2018
Zindî
    Brett McGurk

    Amerîka çûna McGurk a Kobanî derewand

    © AFP 2018/ Thaier al Sudani
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê serdana nûnerê Serokê Amerîkayê Barak Obama ku wekî nûnerê taybet ê li dijî DAIŞê tê zanîn Breet McGurk serdana Kobanî nekiriye.

    Navenda Nûçeyan — Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê serdana nûnerê Serokê Amerîkayê Barak Obama ku wekî nûnerê taybet ê li dijî DAIŞê tê zanîn Breet McGurk serdana Kobanî nekiriye.

    Li gorî nûçeya Rudaw û Kurdistan24ê ku ragihandibûn Nûnerê Taybet ê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê yê Serokê Amerîkayê Barak Obama Brett McGurk bi heyetekê re serdana Kobanî kiriye û bi Hevserokê Kantona Kobanî Enver Mislim re hevdîtinek pêk anîye.

    Ev îdiaya serdana McGurk a Kobanî ji terefê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê John Kirby ve hat derewandin. Kirby di civîna çapemenî de li hemberî pirsa ‘gelo nûnerê taybet Brett McGurk serdana Kobanî kir? bersivand û got:'Na, bi tevahî ev nûçeyeke şaş e.'

    John Kirby di berdewamiya axaftina xwe de got:' Ez ji tu heyetên Amerîkayê ku serdana Kobanî an jî Sûriyeyê kirine ne agahdar im.'

    Bi heman mijarî:

    Almanya:'Rûsya û Amerîka, dê îxlalên agirbestê yên Sûriyeyê vekolînin'
    Amerîka: Pêwîst e Tirkiye çapemeniya azad biparêze
    Amerîka derbarê cezayê Dundar û Gul de daxuyanî da: ‘Em bi gisawetin'
    Amerîka Leşker şandin Yemenê
    Etîketan:
    Nûnerê taybet yê Serokê DYAyê, Wezareta derve ya Amerîkayê, John Kirby, Brett McGurk, Sûriye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de