21:53 22 Sibat 2018
Zindî
    Balafira Misrê

    Balafira Misrê ya ku sefera Parîs û Kahireyê dikir ji radarê winda bû

    © REUTERS/ Mohamed Abd El Ghany
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku Balafireke rêviyan a Misrê ku ji Parîsê diçû Kahireyê piştî ku rabûnê nêzî 3 saetan di qada hewayî ya Misrê de ji radarê winda bû.

    Navenda Nûçeyan — Hat ragihandin ku Balafireke rêviyan a Misrê ku ji Parîsê diçû Kahireyê piştî rabûnê nêzî 3 saetan di qada hewayî ya Misrê de ji radarê winda bû. Di balafirê de 56 rêvî û 10 muretebat hebûn.

    Her wiha Serokwezîrê Fransayê Manuel Valls di daxuyaniya xwe de got:'Bi sedemêm windabûna balafirê ve em tu teoriye pişt guh nakin.'

    Serokomarê Fransayê François Hollande bi hemkarê xwe yê Misrî Semih Şukru re axivî û soza piştgirî û hevkariyê da.

    Li gorî zanyariyan balafir di sala 2003an de hatiye çêkirin û pîlot jî pispor e. Çavkaniyekî ji balafirxaneya navneteweyî ya Kahireyê ji ajansa Spûtnîkê re ragihand ku heke weki dihat plankirin balafir li Kahireyê daketa dê ji bo venerînên teknîkî biçûna Hurgada yê.

    ​Ji aliyê din ve Wezareta Parastinê ya Yûnanîstanê ragihand ku ji bo piştgiriya lêgerîn û rizgarkirinê bikin firqateynek û balafireke leşkerî şandine bakurê Deryaya Spî.

    Wezareta Hewayî ya Misrê ragihand ku di balafirê de 30 hemwelatiyên misrî, 15 fransî û yek jî brîtanî di balafirê de bûn.

    Kanala Al Mayadeen: Balafir kete deryayê

    Hat îdiakirin ku herî dawî dema ku pîlot hê li ser qada hewayî ya Yûnanîstanê bû pêwendî hatiye danîn. Li gorî îdiayan beriya ku pêwendî were qûtkirin duxan ji kokpîtê bilind bûye û li gorî kanala Al Mayadeenê balafir kete deryayê.

    Piştî ku kete qada hewayî ya Misrê winda bû

    Berpirsekî ji rêya hewayî ya Misrê ragihand ku balafir ji balafirxaneya Charles de Gaulle rabû û piştî ku kete qada hewayî ya Misrê ji radarê winda bû. Bi balafirê re pêwendî herî dawî saet 02.45an hat dayîn.

     

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li Bangladeşê balafir ket: 3 mirî 1 birîndar!
    Dewleta Îtalyayê 8 balafir û leşkeran dişine Herêma Kurdistanê
    Balafir ket otobanê
    Pûtîn hedefa nû diyar kir: 'Bila balafir bifirin her derê'
    Zaxarova: Hê em nizanin kê balafir xistiye
    Etîketan:
    Balafira rêya hewayî ya Misrê, Misir
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de