02:22 23 Gulan 2018
    Zimanê Kurdî

    KNKê roja Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    © Foto : Twitter
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Kongreya Neteweya Kurdistanê (KNK) roja Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û ragihand ku ya herî girîng ew e ku em hemû li zimanê xwe xwedî derkevin û jê hez bikin.

    Navenda Nûçeyan — Komîsyona Ziman, Çand û Perwedeyê ya KNKê bi wesîleya 15ê Gulanê roja Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

    Di daxuyaniyê de hat gotin ku zimanê Kurdî zimanekî kevnar û resen e, zimanekî bi berfirehiya zarava û diyalektên xwe ve, ew diyalektên bi zaravayên xwe yên pir ve ji zimanên herî dewlemend yekî mîna çemekî bi xur û xwedî deryayeke peyvan e. Her wiha bi şanaziyên mezin ev ziman zîndî maye.

    Ziman hebûna jînde ye

    Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ziman nasname û pênaseya her gel û neteweyan e û bal hat kişandin ser girîngiya Kurdî ji bo gelê kurd. Di daxuyaniya komîsyonê de hat gotin ku ev ziman wekî hebûneke jînde hê jî ji êş û janê neqediya ye û li ber xwe dide. Çendî Kurdistan bi vî rengî bimîne ew êş û jan nasekine.

    Pirsgirêka ziman xemsariya gele kurd bixwe ye

    Afîşa ji bo roja zimanê zikmakî
    © Sputnik / Omer Faruk Baran
    Komîsyonê işaret bi dewamiya asîmîlasyona dewletên dagirker a bi metod û teknîkên nû û otoasîmîlasyona navxweyî kir û destnîşan kir, ku ji hewldanên dewletên dagirker ên ji tinekirina ziman wêdetir, pirsgirêka girîng xemsariya gelê kurd bi xwe ye.

    KNKê da xuyakirin, ku ji aliyê destketî û pêşveçûnê ve hewlên mezin hene û di warê cîhanîkirina zimanê Kurdî de ketina Kurdî li nava zimanê 'Google' wekî gaveke girîng hat nîşandan. Ya herî giring ew e ku em hemû li zimanê xwe xwedî derkevin û jê hez bikin. Cejna zimanê Kurdî ji dil û can pîroz be û silav ji bo her kurdekê/î yê/a ku bi kurdî dijî, bi kurdî daxive, bi kurdî xwîna xwe ji bo parastina ax û zimanê xwe dike feda.

     

     

    Bi heman mijarî:

    KNK li hember Sykes Picot ê diçe ber deriyê Sêmalkayê
    KNK: ‘Di operasyonên Tirkiyeyê de nêzî 5 hezar kes hatin kuştin'
    KNK: ‘Tirkiyeyê, Kurdistan dagir kiriye, divê bi lez jê derkeve'
    KNK: ‘HDPê serketinek mezin bi dest xist'
    KNK: ‘15emîn kongreya xwe li dar dixe'
    Etîketan:
    Pîrozkirina zimanê kurdî, Kongreya Netweyî ya Kurdistanê (KNK), Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de