18:12 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Kurdên Rojavayê

    Rûsya: Kêşeya Sûriyeyê bê kurdan nayê çareserkirin

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1110

    Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Gennady Gatilov got ku ew ê careke din bixwazin ku kurd beşdarî pêvajoya çareseriya Sûriyeyê bibin.

    Mosko — Gennady Gatilov teqez kir ku ne pêkan e ku mirov bikare Sûriyeya siberojê û kêşeyên heyî çareser bike bê ku kurdan tev li pêvajoyê bike û wiha got: "Kurd di polîtkayê de hêzeke xurt e û herwiha Hêzeke leşkerî xurt e jî lewra ne pêkan e ku em bikarin Sûriyeya siberojê û kêşeyên heyî çareser bikin bê ku em kurd jî tev li diyalogên pêvajoya çareseriyê bibin".

    Cîgirê wezîrê rûsî wiha dewam kir: "Li gel ku kurd mezintirîn eqeliyeta Sûriyeyê ye lê dîsa jî ti kesî nûnerekî wan jî venexwend bo beşdarî gotûbêjên Cenevreyê bibin. Derbarê beşdarbûna kurdan di civîna Viyanayê de de jî diaxive û dibêje: " Em gelek caran behsa vê meseleyê dikin û helbet em ê vî tiştî di civîna bê ya Viyanayê de jî vê daxwazê dubare bikin. Em ê vî titşî ji hemû hevkarên xwe re bibêjin û em wiha bawer dikin ku beşdarbûna kurdan gelekî giring e".

    Hêjayî gotinê ye ku wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrovî jî gotibû ku ne pêkan e ku kêşeya Sûriyeyê bê beşdarbûna Kurdan çareser bibe.

    Etîketan:
    Kurd, Sergey Lavrov, Gennady Gatilov, Rojava, Sûriye, Cenevre, Viyana, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de