16:33 22 Hezîran 2018
Vladîmîr  Çîjov

Vladimîr Çîjov:'Bila Yekîtiya Ewropayê piştgiriya xwe ji Tirkiyeyê bikşîne'

© Sputnik/ Sergey Subbotin
Cîhan
Lînkê kurt
0 30

Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê li Yekîtiya Ewropayê Vladimîr Çîjov ragihand ku bila Yekîtiya Ewropa piştgiriya xwe ji Tirkiyeyê bikşîne.

Navenda Nûçeyan — Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê li Yekîtiya Ewropayê Vladimîr Çîjov di hevpeyvîna xwe ya Rojnameya Die Welta almanî de ragihand ku peşniyara Tirkiyeyê ya ku dixwaze ‘herêmeke ewle' ava bike, dibe ji bo ku rêxistinên cihadîst çekan bi dest bixin, lewra divê Yekîtiya Ewropa piştgiriya xwe ji Tirkiyeyê bikşîne. Ez bangî Ewropayê dikim ku piştgiriya planên Tirkiyeyê nekin.

Zahmete ev xizmeta armancên însanî bike

Vladimîr Çîjov di berdewamiya axaftina xwe de got:'Dibe ev herêmên ewle xizmeta xwîn rijandina Sûriyeyê bike û pir zahmet e ku ev herêma ewle xizmeta armancên însanî bike. Tirkiye bi vê piştgiriya avakirina herêmên ewle dixwaze desthilatdarî û axa Sûriyeyê dagir bike. Ev hewldan wê xizmeta berpirsyarî û serbixwebûna Yekîtiya Ewropayê jî neke.'

Bi heman mijarî:

Rûsya:'Em tevahiya îtxalata fekî û sewzeyê ji Tirkiyeyê tê qedexe dikin'
Rûsya:'100 cihadîst ji Tirkiyeyê çûn û tevlî El Nûsrayê bûn'
Rûsya daxwaza kurdan a xweseriyê çawa dinirxîne?
Rûsya:'Li Sûriyeyê grûbekê din tevlî agirbestê bû'
Kerry: ‘Eger Rûsya nebûya agirbest li Sûriyayê nedihat ragihandin'
Etîketan:
Li sînorê Sûriyeyê avakirina herêmeke ewle, Rojnameya Die Welta almanî, Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê li Yekîtiya Ewropayê, Vladimîr Çîjov, Yekîtiya Ewropayê
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de