02:24 18 Sibat 2018
Zindî
    erdogan-ewrûpa

    Serokê Komîsyona Ewrûpayê: Ger Tirkiye li ser soza xwe nesekine, dê hevpeyman têk biçe!

    © REUTERS/ Francois Lenoir
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 20

    Serokê Komîsyona Ewrûpayê Jean-Claude Juncker, diyar kir ku ger Tirkiye her 5 şertên wan neyne cih, dê hevpeymana li ser serbestiya wîzeyê dê têk biçe.

    Navenda nûçeyan — Serokê Komîsyona Ewrûpayê (YE) Jean-Claude Juncker, li Almanyayê beşdarî konferansekê bû û li wê derê li ser şertên bo serbestiya wîzeyê nirxandin kir. Juncker di axaftina xwe de got: ‘Ji bo serbestiya wîzeyê me 72 krîterên me hene. Ji wan 72 krîteran ya 65emîn jî derheqê qanûna têkoşîna bi terorê ye. Em dixwazin ku Hikumeta Tirk ew qanûna xwe biguherîne.'

    Juncker da zanîn ku ew dixwazin di demek nêz de şertên dane ber Tirkiyeyê bêne cih û wiha dewam kir: ‘Ger şertên em dixwazin neyên cih wê hevpeymana me ya li ser mijara serbestiya wîzeyê betal bibe. Ger Birêz Erdogan mafê serbestiya wîzeya gel asteng bike, wê mecbur bimîne ku sedema vê yekê ji wan re vebêje. Ev jî pirsgirêka wî ye ne ya min e.'

    Ji aliyê din ve jî Berdevkê Komîsyona Ewrûpayê Margaritis Schinas, daxuyaniyek cuda da. Lewra di daxuyaniya xwe de got: ‘Ger Tirkiye şerta derheqê guherîna têkoşîna bi terorê re qebûl neke jî, wê xebatên hevpeymanê berdewam bike.'

    Bi heman mijarî:

    Avahiya Komîsyona Ewropayê ji ber metirsiya êrişê hate valakirin
    Parlementerê CHPê: ‘Bila komîsyona lêpirsînê ya Cizîrê bê avakirin'
    Komîsyona Ewropa: ‘Ji bo Tirkiyeyê em ji standardan tavîzê nadin'
    Komîsyona Çandiniyê ji Parlamentoya Kurdistanê xwest ku dest bi civînan bike
    Komîsyona Mafên Mirovan: ‘Divê kurdên li Bexdayê bêne parastin'
    Komîsyona hilbijartinê: ‘Em ji bo referandûma Kurdistanê amade ne'
    Etîketan:
    qanûna têkoşîna bi terorê, serbestiya wîzeyê, komîsyona ewrûpayê, Jean-Claude Juncker, almanya, ewrûpa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de