00:21 19 Hezîran 2018
Mertalê parastina moşekên Aegisê

Amerîka, digel Rûsyayê mertalê moşeka Romanyayê aktîf dike

© Flickr /
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Dewleta Amerîkayê, digel îtîrazên Rûsyayê mertalê parastina moşeka Aegisê ku li Romanyayê bi 800 milyon dolarî ava kiribû îro aktîf dike.

avenda Nûçeyan — Dewleta Amerîkayê, digel îtîrazên Rûsyayê mertalê parastina moşeka Aegisê ku li Romanyayê bi 800 milyon dolarî ava kiribû îro bi beşdariya Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg bi merasîmekê tê vekirin.

Li gorî Amerîkayê avakirina pergala parastina moşeka Aegisê, li hemberî êrişên moşekên menzîlkin û menzîldirêj yên ku ji Îranê û Koreya Bakur werin avêtin, ji bo NATOyê armanca parastinê dike.

Ev pergala parastinê ne li dijî Rûsyayê ye

Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Frank Rose beriya merasîmê li paytextê Romanyayê li Bûkreşê di civîna çapemenî de ragihand ku hem Amerîka û hem jî NATO ragihand ku ev pergala parastina moşekan ne li dijî Rûsyayê araste kirine.

Frank Rose di berdewamiya axaftina xwe de got:'Rûsyayê bi çend caran anî ziman ku ev pergala parastina moşekan a Amerîka û NATOyê li dijî Rûsya û qapasiteya nûkleera stratejîk e. Ev eseh ne rast e.'

Ev mijareke ewlehiya Rûsyayê ye

Lê ev daxuyaniyên berpirsên Amerîka û NATOyê ji Rûsyayê re zêde bawerker nayên û Rûsya vê pergalê li dijî ewlehiya xwe wekî metirsiyekê dibîne.

Çawa ku berpirsê pirsgirêkên venêrîna belavbûna çekan yê Wezareta Derve ya Rûsyayê Mihail Ulyanov di daxuyaniya xwe ya duhî de gotibû:‘Pergala parastina moşeka ku li Romanyayê dê were aktîfkirin, mijareke rasterast bi ewlehiya neteweyî ya Rûsyayê re eleqedar e.'

Mihail Ulyanov di bedewamiya axaftina xwe de gotibû:'Ev biryareke şaş û bi zirar e. Lewra kapasiteyeke vê ku aramiya stratejîk têk bibe heye. Ji bo vê mijareke ku berjewendî û bi ewlehiya me rasterast eleqedar e. Li gorî nêrîna me, ev îxlala Peymana Hêzên Nûkleerî ya Moşekên Navgîn e.'

Bi heman mijarî:

Rûsya moşekên S-400ê difroşe Hindistanê
Moşekên S-300ê yên Rûsyayê gihîştin Îranê
Rûsya: Pergala Moşekên Parastinê ya S-400ê ji Sûriyayê re ewlehî anî
Moskova, ji bo Îranê dest bi sewqiyata moşekên S-300 kir
Rûsya: Ceribandina moşekên balîstîk serkeftî derbas bû
Etîketan:
Avakirina mertalê parastina moşekan, Wezareta Derve ya Rûsyayê, Rêxistina Hevpeymaniya Atlantîka Bakurî (NATO), Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Mihail Ulyanov, Frank Rose, Jens Stoltenberg, Romanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de