16:39 20 Sibat 2018
Zindî
    Muhterem Aras

    Jineke kurd li Almanyayê bû seroka parlamanê

    © Foto: Twitter
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Jineke kurd wekî Serokê Parlamentoya eyaleta Baden-Wurttemberg hat hilbijartin. Muhterem Aras yekemîn kurd e ku li Almanyayê kursiyekî wiha bi dest aniye.

    Navenda Nûçeyan - Li eyaleta Baden-Wurttemberga Almanya jineke kurd ku ji Tirkiyeyê bi navê Muhterem Aras ji bo serokatiya parlamentoya wê eyaletê hat hilbijartin.

    Muheterm Aras siyasetvaneke 50 salî ye û di dîroka Almanyayê de yekemîn kurd e ku erkê serokatiya parlamentoyê werdigire. Aras li ser lîsta Partiya Kesk derbasî Parlamentoya Baden-Wurttembergê bû. Aras her wiha yekemîn jin e ku hem li Almanya û him jî ji nav Partiya Kesk serokatiya parlamentoya herêmekê bi dest tîne.Muhterem Aras di hilbijartinên eyaleta Baden-Wurttembergê de %42.4ê dengan bi dest anîbû.

    Muhterem Aras di sala 1966an de li bajarê Çewlîkê yê Tirkiyeyê di malbateke 5 kesî ya Elewî de ji dayik bû. Di sala 1978an de jî koçberî Almanyayê bû. Di sala 1992an de çû nava refên Partiya Kesk dest bi karê siyasî kir.

    Bi heman mijarî:

    Wezîrê derve yê Almanyayê derbarê Şerê Cîhanê yê Duyem de xwe şaş kir
    Nûneriya Rojava li Berlîna Almanyayê hat vekirin
    Meclîsa Federal a Almanyayê wê ‘Komkujiya Ermeniyan' binase
    Lîsteya rojnamegerên "divê bên dersînorkirin" di rojeva Almanyayê de ye
    Serokê dezgehê îstîxbarata Almanyayê ji wezîfeyê tê dûrxistin
    Etîketan:
    Partiya Keskan a Almanyayê (Grunen), Seroka Parlamanê, Muhterem Aras, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de