17:47 23 Îlon 2017
Zindî
    DMME

    Dadgeha Ewropayê ceza da Tirkiyê

    © Foto: DW
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 20 0 0

    Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) derbarê kuştina Nusret Kalkan de ceza li Tirkiyê birî ku Kalkan li Mêrdînê bi guleya leşkeran hatibû kuştin.

    Navenda Nûçeyan — Nusret Kalkan di sala 2008ê de li Mêrdînê dema ku bi malbata xwe re diçû seyrangehê ji hêla leşkeran ve rastî êrişeke çekdarî hatibû û jiyana xwe ji dest dabû. Malbata Kalkan serî li dadgeha Tirkiyê dabûn da ku doz bê vekirin û kesên sucdar bên girtin lê ti encam bi dest nexistibûn. Rayedarên Tirk, îdia dikin ku ji sala 2007ê şûn de bi henceta endamtiya PKKê ew li Nusret Kalkan digeriyan û îdia dikin ku leşkeran ew hişyar kirine lê nesekiniye.

    Dadgeha Cezayê Giran ya Midyatê di sala 2009ê de biryar girtibû ku hêzên asayişe di çarçoveya yaseya dijterorê de tevgeriyane. Dadgeha bilind jî ev biryar pesend kiribû. Lê malbata Nusret Kalkan dibêjin ku ji bo kurê wan ti hişyarî nehatiye dayin.

    Li ser vê rewşê bavê Nusret Kalkan, Ramazan Kalkan serî li DMMEyê dabû. Dadgehê ev serlêdan qebûl kir û malbata Kalkan mafdar dît. Li gor biryara dadgehê dewleta Tirk hêza bêpîvan bi kar aniye û divê 65 hezar Euro tazmînatê bide bavê Nusret Kalkan yê 68 salî.

    Heke ku di nava sê mehan de Tirkiyê li hember biryarê îtîraz bike wê daîreya jor biryarê careke din lêkolîn bike û biryara xwe bide. Piştî vê pêvajoyê biryar misoger dibe.

    Bi heman mijarî:

    DMME: Em heta sibe wextê didin Tirkiyeyê
    Paksoy ê DMME derbarê wî de biryara tedbîrê dabû, jiyana xwe ji dest da
    Etîketan:
    Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), Ramazan Kalkan, Nusret Kalkan, Tirkiye, Mêrdîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de