17:28 26 Îlon 2017
Zindî
    Abîdeya Qehremanên Şoreşger

    Li Polonyayê mûzeya abîdeyên Sovyetê vedibe

    © Wikipedia/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 6 0 0

    Hat ragihandin ku Enstîtûya Hafizaya Neteweyî ya Polonyayê ku lêkolîna sûcên Nazî û Komunîzmê dike dixwaze Mûzeya Abîdeyên Sovyetê veke.

    Navenda Nûçeyan — Hat ragihandin ku Enstîtûya Hafizaya Neteweyî ya Polonyayê ku lêkolîna sûcên Nazî û Komunîzmê dike dixwaze Mûzeya Abîdeyên Sovyetê veke.

    Serokê Daîreya Perwerde ya Enstîtûya Hafiza Neteweyî Andrej Zavistovskiy ragihand ku di encama xebatên ‘paqijiya ji komunîzmê' de ku di qada gelemperî ya Polonyayê de dimeşe gelek abîdeyên Sovyetê hatin berhevkirin.

    Em ê sedema çikandin û rakirinê jî vebêjin

    Andrej Zavistovskiy di berdewamiya axaftina xwe de li hemberî pirsa gelo ev abîde dê çawa werin nirxandin bersiv da û got:'Ev berhem û sembolên ku şahidiya dema borî ya komunîzmê dikin, em ê li cihekî kom bikin û di mûzeyeke vekirî de pêşkêş bikin. Di mûzeyê de sedema rakirin û çikandinê jî dê ji temaşevanan re were vegotin.'

    Her wiha Cîgirê Midurê Enstîtûyê Pavel Ukelskiy ragihand ku dê mûzê pêşî ji bo armanca piştgiriya civakî were avakirin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Polonya: Em ê penaberan qebûl nekin
    Polonya bimebeste pîrozbahiya 9 Gulanê rake
    Li Polonyayê lêkolînêke zanistî li ser serxwebûna Kurdistanê pêk tê
    NATO: ‘Em ê li Polonyayê pergala parastina moşekan ava bikin
    Sîstêma dijî moşekan ya amerîkî wê li Polonyayê bê bicîkirin
    Etîketan:
    Mûzeya Abîdeyên Sovyetê, Cîgirê Midurê Enstîtûyê, Enstîtûya Hafizaya Neteweyî ya Polonyayê, Pavel Ukelskiy, Andrej Zavistovskiy, Polonya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de