09:36 24 Îlon 2017
Zindî
    okyanûs-av

    Li Okyanûsa Pasîfîkê 5 girav binav bûn

    © Flickr/ Rodney Campbell
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 28 0 0

    Li gorî zanyarên awistralî ji ber guherîna avhewayê, asta ava cîhanê zêde dibe û di encamê de di okyanusa Pasîfîk de 5 girav binav bûn.

    Navenda nûçeyan —  Malpera IOP Scienceyê li ser guherîna avhewayê gotarek weşand. Di gotarê de hate diyarkirin ku ji ber bilindbûna asta ava Okyanûsa Pasîfîk 5 girav binavbûn. Şêniyên giravên bi navên Kale, Rapita, Rehana, Kakatina û Zollies ji ber vê yekê mecbur man ku bar bikin herêmên din.

    Şeş giravên din jî di bin talûkeyê de ne

    Li gorî lêkolînên zanistî, 6 giravên din yên bi navên Hetaheta, Sogomou, Nuatambu, Sogomou Ite, Sasahura Ite û Sasahura Fa  yên Okyanûsa Pasîfîk jî di bin talûkeyê de ne. Hate ragihandin ku her sal ava Okyanûsa Pasîfîk kêmzêde 7 û 10 milîmetre zêde dibe.

    Gelek zanyar dan zanîn ku gelek giravên Okyanûsa Pasîfîk wê bi heman şiklî binav bibin û lewma jî divê bi lez û bez bergirî bêne standin.

    Bi heman mijarî:

    2emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Kurdî ya Stenbolê dest pê dike
    Agir an av, wê kî biserkeve?
    Etîketan:
    IOP Science, okyanûsa pasîfîk, asta ava cîhanê, girav, awistralya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de