21:01 26 Îlon 2017
Zindî
    Çekdarekî ji Bera El-Nusra

    Li Elmanyayê ceza li milîtanê El Nusrayê hate birîn

    © AP Photo/ Al-Nusra Front Twitter page
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 3 0 0

    Li Frankfurt ê 5 sal cezayê girtîgehê dan milîtanê rêxistina El Nusrayê.

    Elmanya — Li gor nûçeya ku di beşa Tirkî ya Deutsche Welleyê de hatiye belavkirin, di doza ku li Frankfûrt ê hate dîtin de, kesekî li Sûriyê û Iraqê li ser navê Eniya Nusrayê şer kiriye, bi hinceta endamtiyê 5 sal ceza xwar.

    El Nusra
    © Sputnik/ Ap Photo/Alexandir Kots
    Di sedema biryara Dadgeha Cezayê Giran ya Eyaleta Hessen ê de hatiye diyar kirin ku bersûcê 29 salî di salên 2013 û 2014an de din ava baskê El Qaîde ya Sûriyê de cî girtiye.

    Herweha hate aşkere kirin ku endamê El Nusrayê perwerdeya çekan standiye û li gel wî gelek çek hatine girtin. Bersûc îdia kiribû ku ew tene ji bo alîkariya mirovî çibû Sûriyê lê ev îdia rast derneketibû.

    Jina bersûc jî diyar kiriye ku bersûcî berwerdeya çekan daye jin û zarokan. Parêzerê milîtanî îlankir ku wê biryarê bibin dadgeheke bilind.

    Tê texmîn kirin ku di navbera 4 hezar û 6 hezaran de milîtanên Nusrayê hene û di salên dawî de zêdetirî hezar û 500 êriş li dar xistine. Di encama van êrişan de herî kêm 8 hezar û 700 kesan jiyana xwe ji dest dabû.

    Bi heman mijarî:

    El Nusra êrişên xwe yên ser Lazkiyeyê zêdetir kir
    Di navbera El-Nusra û YPGê de şerên dijwar: 8 birîndar!
    El Nusra û Ehrar el- Şam bi topên hewanan êrîşe Efrînê kirin
    Artêşa Sûriyeyê: El Nusra ji Lazkiyeyê bi paşve kişiyaye
    ‘Riyad hewl dide ruyê El-Nusra û Ehrar El-Şam spî bike'
    Etîketan:
    DAIŞ, El Qaide, El Nusra, Suriye, irak, Hessen, Elmanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de