20:32 24 Îlon 2017
Zindî
    Berdevkê Wezîrê Berevaniya DYAyê Peter Cook

    DYA: YPGê li hember DAIŞê têkoşîneke bibandor dimeşîne

    © Sputnik/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2410

    Berdevkê Wezareta Berevaniya DYAyê Peter Cook diyar dike ku PYGê li dij DAIŞê têkoşîneke bibandor dide. Cook herweha dibêje ku ew ewlehiya di navbera sînorên Tirkiyê û Suriyê de gelekî girîng dibinin û DYAyê ji bo ku Tirkiyê xwe ewle bibine çi ji destên wan tê dê bikin.

    Washington — Berdevkê Wezîrê Berevaniya Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê (DYA) Peter Cook li Pentagonê cîvîna xwe ya asayî li dar xist û pirsên rojnamevana bersivand.

    Cook, derbarê wê pirsê de nirxandin kir ku derbarê êrişên li ser Kilîsê yên DAIŞê û daxuyaniya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ya ku dibêje ‘Di têkoşîna li hemberî DAIŞê de Tirkiyê bi tenê hatiye hiştin' de bû.

    Peter Cook got ku "Em dixwazin wan tiştan bikin ku ji bo Tirkiyê di nava ewlehiyê de be. Di vê mijarê de hevdîtinên me li gel hikûmeta Tirk berdewam dikin û wê xebata me ya hevkar bidome".

    ‘EM Ê PIŞTGIRIYA HÊZÊN LI DIJ DAIŞÊ BERDEWAM BIKIN'

    Cook herweha li ser pirsekê diyar kir ku ew ê li Sûriyê piştgiriya wan hêzan bikin ku li hemberê DAIŞê şer dikin. Berdekvê Wezîr Cook div ê mijarê de axavtina xwe wiha berdewam kir: "Di nava van hêzan de hêzên Ereb, yên Tirknmen û Kurdên YGPyî hene. YPGê li dij DAIŞê têkoşîneke bibandor dimeşîne."

    Peter Cook herweha ev agahî dan ku wê ji bo perwerdeya hêzên muxalif xebateke nû bidin destpêkirin û di 6ê Gulanê de hêzên hevpeymanî, fermandarê DAIŞê yê herêma Anbarê Abu Wahheeb di êrişeke asmanî de kuştine.

    Bi heman mijarî:

    YPG: Li Helebê 4 terorîst hatin kuştin
    YPG: Li Helebê 5 terorîst hatin kuştin
    Hêzên ewrûpî, amerîkî û YPG di yek eniyê de şer dikin!
    YPG: 500 cihadîst ji Tikiyeyê hatin û wan êrîşî Azezê kiriye
    YPG: Em ê bi ser kevin
    Etîketan:
    DAIŞ, YPG, Peter Cook, Rojava, Pentagon, DYA, Washîngton
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de