09:53 21 Îlon 2017
Zindî
    Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê

    PE dê sibê mijara serbestiya vîze ya Tirkiyeyê gotûbêj bike

    © Flickr/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1501

    Parlamenterên Parlamentoya Ewropa û Komîsyona Ewropayê sibê rûniştineke awarte li dar dixe û di rûniştinê de wê mijara serbestiya vîze ya Tirkiyeyê gotûbêj dike.

    Navenda Nûçeyan — Parlamenterên Parlamentoya Ewropa û Komîsyona Ewropayê sibê rûniştineke awarte li dar dixe û di rûniştinê de wê mijara serbestiya vîze ya Tirkiyeyê ku bikaribin bi serbestî li welatên ewropayê bigerin gotûbêj dike.

    Raporta ku Komîsyona Yekîtiya Ewropayê di 4ê Gulanê de par vekiribû, dê îro li komîteya Azadiyên Sivîl ên Parlamentoya Ewropayê, navxweyî û edaletê were nirxandin. Endamên komîteyê wê raportê binirxînin ka li gorî hiqûqa PEyê ye an na. Li gorî saziya hiqûqê ya PEyê ji hêla hiqûqî ve tu fikar di navbera peymana Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de tuneye.

    Piştî biryara tewsiyê ya Komîsyona Yekîtiya Ewropayê, Serokê PEyê Martin Schulz bi serokê grûbên parlamentoreyê re ji bo biryara tewsiyê civînek li dar xistibû û ragihandibûn ku em amade ne ji bo serbestiya vîze ya Tirkiyeyê kedeke erênî bidin.

    Her wiha hefteya borî Brûkselê di raporta sêyemîn a ji bo nexşeya serbestiya vîze ya hemwelatiyên Tirkiyeyê de ragihandibû ku Tirkiye ji 72 krîteran 67 bi cih anîne. Li gorî raportê hemwelatiyên Tirkiyeyê ji meha hezîranê pê ve dê bikaribin li welatê endamên Schengenê bê vîze seyehetê bikin.

    Bi heman mijarî:

    WRI: Ewropa ji ber penaberan niha guh nade meselaya kurdan.
    Komîsyona Ewropa: ‘Ji bo Tirkiyeyê em ji standardan tavîzê nadin'
    Mogherini: Dewletên Ewropa piştgiriyê nadin serxwebûna kurdan
    Yekîtiya Ewropa ji bo alîkariya Însanî li Şamê ofîsê vedike
    PE: 'Bê Kurdistanê aştî nabe!'
    Etîketan:
    Parlamentoya Ewropayê (PE), Komîsyona Yekîtiya Ewropayê, Hikumeta Tirkiyeyê, Martin Schulz, Yekîtiya Ewropayê, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de