08:05 24 Îlon 2017
Zindî
    Erik Jan Zurcher

    Tirkologê holendî, wê xelata Tirkiyeyê lê vegerîne!

    © Foto: youtube
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Pisporê Çand û Zimanê Tirk Prof. Dr. Eric-Jan Zurherê holendî, diyar kir ku, bo ‘rêvebiriya Erdogan ya dîktatorane' protesto bike, xelata'rûmeta bilind' ya tirkan daye wî, wê li wan vegerîne.

    Navenda nûçeyan —  Pisporê Çand û Zimanê Tirk Prof. Dr. Eric-Jan Zurherê holendî, di 11ê Hezîrana sala 2005an ji ber xebatên piştevaniya Tirkiyeyê yên bo pêvajoya beşdarbûna Ewrûpayê ji ji Tirkiyeyê xelata ‘rûmeta bilind' vegirtibû.
    Li gorî nûçeya BBC Turkçeyê  Zurher ragihand ku ew rewşa Tirkiyeyê ya dawîn baş nabîne û Tirkiye her ku diçe ber bi rêveberiyeke dîktatorî ve diçe.

    Zurher da zanîn ku xelata ‘rûmeta bilind'  bo rêveberiya Serokkomar Tayîp Erdogan ya ‘dîktatoryal' protesto bike dîsa li Tirkiyeyê vegerîne.Zuhrer diyar kir ku gelek aliyên rastgir wî di mijara Erdogan de hişyar dikirin lê wî guh nedida hişyariyên wan û got: ‘Weke gotinên wan derket. Erdogan ne weke xwe ye. Ez xeletîm.'

    Zuhrer di gotara xwe ya NRCê de jî da zanîn ku  Tirkiye di navbera salên 2002-2006an de di rêya Ewrûpayê de gavên xweş avêt  û gelek pêşket, lê piştî sala 2007an her tişt beravajî bû. Zuhrer di gotara xwe de da zanîn ku,

    tirkên laîk wî gelek hişyar kirine û jê re gotine ku: ‘Erdogan di rêya pêvajoya beşdarbûna Yekitiya Ewrûpayê de dixwaze muxalifan têk bibe. Tirkiye her ku diçe ber bi rêveberiyeke Îslamî ve diçe.' Zuhre diyar kir ku wî guh nedaye van hişyariyan û van hişyariyan weke ‘propagandaya çavtirsandina nêrîna biçûk' şirove kiriye.

    Zuhrer got: ‘Ez xeletîme. Laîkên Tirkiyeyê mafdar bûn. Ka li rewşa ku niha em tê dene binêrin. Li rewşa dawîn ya ku Erdogan tê de ye binerin.'

    Tirkologê holendî da zanîn ku wê xelata Tirkiyeyê ya ku dane wî, ji ser rêya Balyozxaneya Laheyê li wan vegerîne.

    Bi heman mijarî:

    Die Welt: Kesên ku li hember Erdogan rabin divê behn fireh bin
    Cemîlev:'Erdogan tikayên min qebûl nekirin'
    Erdogan: Em ê qanûnên dijîterorê ji bo vîzeya Ewropayê neguherînin
    Pisporên rûs: 'Sedema gengeşiya di navbera Erdogan û Davutoglu pirsgirêka kurd e'
    Rojnameyên Ingîltereyê: Erdogan lingê Davutoglu şemitand
    Etîketan:
    hikumeta erdogan, yekitiya ewrûpa, xelata rûmeta bilind, ziman û çanda tirkî, Eric-Jan Zurher, hollanda
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de