17:42 26 Îlon 2017
Zindî
    Selman bîn Ebdulezîz

    Qrale Siûdî, ji bo kampanyaya hilbijartinê 80 milyon dolar ji Netanyahu re şandiye

    © REUTERS/ Yoan Valat
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Hat ragihandin ku Qralê Erebîstana Siûdî Selman bîn Ebdulezîz ji bo kampanyaya hilbijartinê 80 milyon dolar ji Serokwezîrê Îsraîlê re şandiye.

    Navenda Nûçeyan — Hat ragihandin ku Qralê Erebîstana Siûdî Selman bîn Ebdulezîz ji bo kampanyaya hilbijartinê 80 milyon dolar ji Serokwezîrê Îsraîlê re şandiye.

    Serokê Partiya Karker û parlamenterê Îsraîlê Îzak Herzog ragihand ku Qralê Erebîstana Siûdî Selman bîn Ebdulezîz ji bo fînanseya hilbijartinê 80 milyon dolar ji Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu re şandiye.

    Welatiyekî suriyeyî pere gihandin

    Li gorî nûçeya Rojnameya Cumhuriyetê, Îzak Herzog Belgeyên Panamayê çavkanî girt ragihand ku Qralê Erebîstana Siûdî bi navbeynkariya Muhammed Eyad Kayaliyê hemwelatiyekî sûriyeyî 80 milyon dolar ji bo fînanseya hilbijartinê ji Netanyahu re şand.

    Selman bîn Ebdulezîz
    © AFP 2017/ Fayez Nureldine
    Her wiha ji bo ku pere bighîjin Netanyahu, dewlemendê îsraîlî Teddy Saggi hisabê xwe yê Giravên Virjinyaya Brîtanyayê bi kar aniye.

    Li Tirkiyeyê jî 101 şirket cih digrin

    Di pêla duyemîn ya Belgeyên Panamayê de ji Tirkiyeyê jî 101 şirketên ku hisabên wan hebûn cig digrin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Qiralê Erebîstana Siûdîyê Wezîrê Petrolê ji karî avêt
    Şoreşeka mezin bi ser ket! Jin dê bikarin li Erebîstana Siûdîyê kar bikin
    Li Erebîstana Siûdî lehî:18 mirî
    Qralê Erebîstana Siûdî diçe Tirkiyeyê
    Erebîstana Siûdî li ser mijara petrolê Îranê bê minet kir
    Etîketan:
    Belgeyên Panamayê, Serokwezîrê Îsraîlê, Qralê Erebîstana Siûdî, Benjamîn Netanyahu, Muhammed Eyad Kayali, Selman bîn Ebdulezîz, Îsraîl, Erebîstana Siûdî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de