17:47 23 Îlon 2017
Zindî
    Gennadiy Gatîlov

    Gatîlov:'Tirkiye, li Cenevreyê roleke wêrankerî dilîze'

    © Sputnik/ Alexander Natruskin
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 32 0 0

    Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Gennadiy Gatîlov ragihand ku Tirkiye ji bo hevdîtinên Cenevreyê roleke wêrankerî dilîze.

    Cenevre — Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Gennadiy Gatîlov di hevpeyvîna xwe ya rojnameya Izvestiya de ragihand ku Tirkiye ji bo hevdîtinên Cenevreyê roleke wêrankerî dilîze. Sedema Komîteya Muzakereya Bilind (KMB) ji civînên Cenevreyê veqetiya, dîsa para Tirkiyeyê hebû.

    Rola neyînî me xemgîn dike

    Gennadiy Gatîlov di axaftina xwe de got:'Li gorî hinek zanyariyên ber destê me, sedema ku Komîteya Muzakereya Bilind (KMB) ji hevdîtinên Cenevreyê vekişiya Tirkiyeyê rol lîst. Aktorên biyanî bi taybetî jî yên wekî Tirkiyeyê ku li herêmê aktoren girîng in dema di vê pêvajoyê de roleke wêranekerî dilîzin me xemgîn dike.'

    Gatîlov di berdewamiya axaftina xwe de got:'Em ji vekişandina KMBê ji hevdîtinên Cenevreyê nekêfxweş in û ev gaveke ku pêvajoyê têk dibe ye. Em van gavan şermezar dikin û piştgiriyê nadinê.'

    Wekî ku berê jî Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihandibû û gotibû, KMB di biryardayîna xwe de di bin bandora Tirkiyeyê de dimîne û ev ne tişekî veşartiye.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Cenevre ne cihê şantaj û bazaran e
    Hevserokê MSDê Heysem Menna ji ber PYDê, Cenevre boykot kir
    Muslim: 'Heke kurd beşdar nebin, aqibeta civîna Cenevre 3yê ne xêr e'
    Fransa dixwaze hevdîtinên Cenevreyê dewam bikin
    Lavrov:'Ji bo tevlîbûna kurdan ya Cenevreyê em ê bi îsrar bin'
    Etîketan:
    Hevdîtinên Cenevreyê, Komîteya Muzakereya Bilind (KMB), Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Gennadiy Gatîlov, Cenevre, Swisra
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de