02:18 23 Gulan 2018
    Konstantin Dolgov

    Hemwelatiyê rûsî di girtîgeheke Amerîkayê de mirî hat dîtin

    © Foto : RIA Novosti
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hemwelatiyê rûsî Îgor Zyazîn li navenda binçavkirinê ya bajarê San Diegoya eyaleta Kaliforniya Amerîkayê ku ji meha nîsanê ve girtî bû mirî hat dîtin.

    Navenda Nûçeyan — Hemwelatiyê rûsî Îgor Zyazîn li navenda binçavkirinê ya bajarê San Diegoya eyaleta Kaliforniya Amerîkayê ku ji meha nîsanê ve girtî bû mirî hat dîtin. Li gorî berpirsên edlî tiba San Diegoyê, kesekî ku bi Zyazîn re di heman hicreyê de dima ferq dike ku Zyazîn ji heş çûye û banga alîkariyê dike.

    Ji aliye din ve li gorî berpirsên tiba edlî sedema mirina hemwelatiyê rûsî Îgor Zyazîn krîza dil e. Berpirsan di daxuyaniyên xwe ji bo medyaya Rûsyayê de ragihandin ku mirina Zyazîn ji rêyên xwezayî çêbûye.

    Qeydiya wî sûcan tunebû

    Li gorî berpirsên amerîkî, dema ku Îgor Zyazîn ji Meksîkayê xwestiyê here bajarê San Diegoyê di 24ê Nîsanê de tê binçavkirin û ji wir dibin navenda binçavkirinê ya girêdayî Îdareya Gumruk û Koçberan. Lewra tu qeydiyên sûcî yên Zyazîn tunebûn û binçavkirina wî bal dikşîne.

    Wezareta rûsî lêkolîneke berfireh dixwaze

    Her wiha berpirsên Wezareta Derve ya Rûsyayê Konstantîn Dolgov, derbarê mirina hemwelatiyê rûsî Îgor Zyazîn, daxwaz ji Amerîkayê dike ku sedema mirina wî şertên binçavkirina wî bi awayekî berfireh were lêkolînkirin. Lewra hejmara hemwelatiyên rûsî ku îsal li navêndên binçavkirinê jiyana xwe ji dest didin gihîş te 6an.

    Bi heman mijarî:

    Ji Kremlîn bo NATOyê: Rûsya bo ti kesan ne tehdît e!
    Rûsya û Amerîka li ser Helebê li hev kirin
    Rûsya 7mîn gera rojnamegerên biyanî li Sûriyayê pêk tîne
    Rûsya:' Esad ne mitefiqê me ye'
    Rûsya li hemberî NATOyê 3 beşen leşkeri ava dike
    Etîketan:
    Hemwelatiyê rûsî mirî hat dîtin, Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê, Ajansa TASSê, Îgor Zyazîn, Konstantin Dolgov, San Diego, Kalifornia, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de