09:36 12 Kanûn 2017
Zindî
    Kurd-fransa-çalakî

    Ciwanên kurd li avahiya televîzyona ZDF ya alman çalakiyek lidarxistin!

    © Foto: Yeni Ozgur Polîtîka
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Bi dehan ciwanên Kurd ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û bêdengiya navnetewî li hemberî komkujiyên dewleta tirk yên li ser gelê kurd, li nava avahiya Televizyona ZDF a alman çalakiyek lidarxistin.

    Berlîn — Endamên Tevgera Ciwanên Azad a Berlîn, Ciwanên Yekîtiya Demokratîk a Berlîn û Yekîtiya Xwendevanên Kurd bi hevre bi sedema tecrîda li ser Abdullah Ocalan, şerê li bajarên kurda û bêdengiya dewletên cîhanê çalakiyek lidarxistin.

    Ciwanên kurd di çalakiya xwe de ketin nava avahiya ZDF ya alman û li wê derê  bi al û dirûşmeyan protestoya xwe lidarxistin. Ciwanên kurd bang li civaka navnetewî kirin û diyarkirin ku bila êdî dev ji bêdengiyê berdin û bo gelê kurd têkevin nava tevgerê.

    Ciwanên Kurd duh li gelek bajaran ketin avahiya radyo û televizyonan. Radyo û televizyonên ku ketine evin: ‘France 24, radyo RFI a paytexta Fransa Parîs, radyoya ITV a paytexta Brîtaniya London, radyoya RNF a bajarê Mannheim a yê Almanyayê.'

    Etîketan:
    Yekîtiya Xwendevanên Kurd, Ciwanên Yekîtiya Demokratîk a Berlîn, zdf almanya, tevgera ciwanên kurd, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de