08:41 20 Sibat 2018
Zindî
    Reqqa

    Artêşa Sûriyeyê bi piştgiriya Rûsyayê amadehiyên operasyona Reqqayê dike

    © AFP 2018/ Raqa Media Center
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku artêşa Sûriyeyê bi piştgiriya Hêza Hewayî ya Rûsyayê amadehiyen operasyona bajarê Reqqayê ku wekî keleha DAIŞê tê zanîn dike.

    Cenevre — Hat ragihandin ku artêşa Sûriyeyê bi piştgiriya Hêza Hewayî ya Rûsyayê amadehiyen operasyona bajarê Dêra Zorê û Reqqayê ku wekî keleha DAIŞê tê zanîn dike.

    Nûnerê Rûsyayê yê Neteweyên Yekbûyî li ofîsa Cenevreyê Aleksey Borodavkîn di civîna çapemenî de ragihand ku piştî bi dest xistina bajarê Palmîrayê niha jî planên operasyona Dêra Zorê û Reqqayê dikin. Grûbên terorîst ên wekî El Nûsra di nava rêkeftina peymana agirbesta Sûriyeyê de tunene û li bakurê welat, Heleb û li çend cihen din operasyon hatin kirin.

    Divê sînorê Sûriye û Tirkiyeyê were girtin

    Aleksey Borodavkîn di berdewamiya axaftina xwe de got.'Em bê sekn û tim dibejin, bila sînorê Sûriye û Tirkiyeyê ku çek, cebilxane û milîtan têde derbas dibin bila were girtin. Lewra ji bo bi hêzkirina agirbestê divê ev sînor were girtin.'

    Serneketina Cenevreyê sûcê mixalifan e

    Borodavkîn di dirêjiya axaftina xwe de got:'Serneketina hevdîtinên Cenevreyê sûcê grûbên mixalif e, lewra mixalif dixwazin Serokê Sûriyeyê Beşar Esad dev ji kar berde. Mixalif bi vê ultîmatonê nagihîjin tu cihêkî û ji civînan jî tu encam dernakeve.'

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Cenevre ne cihê şantaj û bazaran e
    Heyeta YPJê: ‘Cenevre me nas nekir, em jî encamên wî nas nakin!'
    Hevserokê MSDê Heysem Menna ji ber PYDê, Cenevre boykot kir
    Muslim: 'Heke kurd beşdar nebin, aqibeta civîna Cenevre 3yê ne xêr e'
    Lavrov:'Ji bo tevlîbûna kurdan ya Cenevreyê em ê bi îsrar bin'
    Etîketan:
    daiş, Amadehiyên operasyona Reqqayê, Nûnerê Rûsyayê yê Neteweyên Yekbûyî li ofîsa Cenevreyê, Aleksey Borodavkîn, Reqqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de