08:00 24 Tebax 2017
Zindî
    afrîka

    Li Afrîkaya Başûr daxwaza xwerêveberiya kurdan û azadiya Ocalan hate kirin

    © Foto: ANF
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1630

    Di meşa aştiya ya li Başûrê Afrîkayê de Hikumeta AKPê hate protestokirin, peyamên piştevaniya Kurdan hatin dayîn û ji Ocalan re daxwaza azadiyê hate kirin.

    Pretorîayê  — Li  gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê paytexta Başûrê Afrîka Pretorîayê, dostên Kurdistanê vê sibehê li ber balyozxaneya tirk pêşendanek protestoyê li dar xistin. Çalakiya meşê  ya bi navê ‘Meşa Demokrasî û li dijî Şerên

    Emperyalîst Aştî' ji aliyê Însiyatîfa Aştiyê ya Afrîkaya Başûr (SAPI) hate organîzekirin. Di çalakiyê de Sekreterê Neteweyî yê Yekîtiya Ciwanan a Partiya Komunîst, nûnerên Koma Piştgiriya Kurdistan-Başûrê Afrîka, nûnerê KCKê yê Afrîkaya

    Başûr, Koma Piştevaniya Swazîland-Kurdistan, NEHAWÛ û PÛDEMO axivîn.

    ‘BI TÊKOŞÎNA HEVPAR WÊ GELÊ BINDEST BI SER KEVIN'

    Axaftvanan bal kişand ser pozîsyona neyênî ya AKPê, peyama piştevaniya Kurdan kirin. Nûnerê KCKê jî di axaftina xwe de bal kişand ser êrişên qirkirinê yên li ser bajarên kurdan, tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan û diyar kir ku bi

    têkoşîna hevpar wê gelên  bindest bi ser kevin. Di çalakiyê de daxwaz hate kirin ku mafê xwerêveberiya Kurdan bêne qebûlkirin, Ocalan û tevahî girtiyên siyasî jî bêne berdan.


    ‘ERDOGAN SÛCÊ ŞER DIKE'

    Di daxuyaniya SAPI de jî hate diyarkirin ku Erdogan û AKP sûcê şer pêk tînin, bi komên terorîst re di nav têkîliyan de ne. Di daxuyaniyê de her wiha peyama piştgiriya kurdan jî hate dayîn.

    Bi heman mijarî:

    Parêzerên Ocalan: Tecrîta li ser bajarên kurdan perçeyek ji tecrîta li Îmraliyê ye!
    HDP ji bo Ocalan bibe sermuzakerevan qanûnek pêşniyar kir
    Mehmet Ocalan: Qedexekirina pîrozkirina rojbûna Ocalan, li dijî demokrasiyê ye!
    Bi dehan kes ji ber pîrozkirina rojbûna Ocalan hatin binçavkirin
    Xwişka Ocalan: “Em nizanin Ocalan hiştine yan kuştine”
    Malbata Ocalan bangî gel kir: werin Amarayê!
    Etîketan:
    afrîkî, ocalan, gelê bindest, azadî, SAPI, kck, afrîkaya başûr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de