05:14 20 Tebax 2017
Zindî
    Jiyana reşikan jî giring e

    Tundûtûjiya polîsên amerîkî li ser reşikan berdewam dike

    © AFP 2017/ ROBYN BECK
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Li gel gotûbêj derbarê tundûtûjiya polîsên Amerîkayê de lê dîsa jî polîs her nasekinin. Hat ragihandin ku îsal 71 mirovên reşik ji ber tundûtûjiya polîsan jiyana xwe ji dest daye.

    Piştî ku Obama wek serokê Amerîkayê hat hilbijartin, gelek kesan hêvî dikir ku nijadperestî li Amerîkayê xelas bibe. Lê ew tundûtûjiya berdewam a polîs li ser reşikan ew hêvî şkenandin.

    Li gorî agahiyên ku rojnameya Wahsington Postê dane hev, tenê di çar mehê pêşî yê îsal de, polîsan 71 reşik kuştine.

    Meha Nîsanê 17 reşik hatin kuştin

    Di meha rêbendanê de, 16, di ya Sibatê de 22 û di ya Adarê de jî 17 reşik hatine kuştin û hîn Nîsan xelas nebûye lê 16 reşik ji aliyê polîsan ve hatine kuştin. Herwiha nêviyê 305 kesên ku îsal hatine kuştin, ji nijadên cuda ne.

    Di sala 2015an de ji her 4 kesan yek reşik bû

    Herwiha di sala 2014an de jî 207 kes bi destê polîsan hatin kuştin û yek ji çar kesên kuştî reşik bû. Li gorî agahiyên ku dezgeha sivîl a bi navê "kesên ku polîsan ew kuştin" dane, polîsan par 1207 kes kuştine û ji wan 328 kes reşik bûn.

    Herwiha 171 latînî jî di nav wan de hebûn û yên mayî asyayî, rojhilata navînî û spî bûn.

    Hejmara reşikên ku sala 2012an hatibûn kuştin 238 bû û sala 2013an jî 299 bû.

    Li gorî amarên ku Tevgera Bingehê X ya Malcolm ya dijî nijadperestiyê, polîsan sala 2012an 313 afrîkayî kuştine. Anku her 28 saetan yekî reş tê kuştin.

    Mirina Freddie Gray yê desteserkirî hatibû şermezarkirin

     

    Yek ji bûyerên ku par li Amerîkayê hatibû şermezarkirin, bûyera Freddie Gray yê 25 salî ye ku ji ber tundûtûjiya polîsan di dema desteserkirinê de hatibû kuştin.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Stenbolê 2 polîs mirî û 1 birîndar hatin dîtin
    Polîs jî dê hînî bikaranîna kalaşnikofê bibin
    FLAŞ - HPGê got: 'Di meha Îlonê de 586 leşker polîs û tîmên taybet hatine kuştin'
    Polîs li Geverê êrîşî gel dikin
    Navbera polîs û çekdarên YDG-H şer derket
    Li Amedê 2 polîs hatin kuştin û 3 jî birîndar in
    Etîketan:
    Wahsington Post, Malcolm, Mirina Freddie, Barack Obama, Wahsington, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de